KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Mukaddes Çaglar a HPG’yî hate veşartin
Cenazeyê Mukaddes Çaglar a HPG’yî ku li Licê jiyana xwe ji dest dayî hate veşartin. Polîs ji bo ku kes tevlî merasîma cenaze nebe her cure zext û zordarî kir. -
Kalkan: Bi xwe ketin kemînê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bibîr xist ku hişmendiya serwer a Tirk ku di rewşa heyî de hemû heyîna xwe û şer li ser dijminahiya Kurdan dide dike, êdî li ber hilweşînê ye û got: “Bi teqez ev dawiya hişmendiya faşîst û vê siyasetê ye." -
Li Hewlêrê muşahîtek hate revandin, êşkence lê hate kirin
Li Başûrê Kurdistanê roja Yekşemê dema ku hilbijartinên parlementoyê dihat kirin, hate ragihandin ku li Hewlêrê muşahîdek ji aliyê PDK’ê hatiye revandin û êşkence lê hatiye kirin. -
Li Kirmanşanê bi pileya 4.5 erd hejiya
Li navçeya Taze Abad a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 4.5 erd hejiya. -
Eniya Tirkmen li Kerkûk malên Kurdan dagir û talan dikin
Çeteyên Eniya Tirkmen û Heşdî Tirmen ên girêdayî Eniya Tirkmen in li Kerkûkê 150 malên Kurdan ên li bajar dagir û talan dikin, li şûna wan jî Tirkmenên Tilehfer û Dûz bi cih dikin. -
Cesûr ê çiyayî
Cesûr Gever ku sala 1992'an li Colemêrgê ji dayik bû û sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bû, sala 2015'an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Elkê de di dema çalakiyekê de şehîd bû. -
Mamosteyê ku nayê wezîfedarkirin bûye şivan
Mamosteyê wêjeyê Halîl Eren, ji ber ku li ser pîşeyê xwe nayê wezîfedarkirin, li gundê xwe bûye şivan. -
Bendên polîsan ên ji bo heqaret û destdirêjiyê hatine danîn
Hêzên dewleta Tirk di bin navê 'ewlekariyê' de li Cizîrê bi dehan bendên kontrolê danîne û destdirêjiyê li gel dikin. -
YNK: Bi belge ye ku li Behdînan û Hewlêrê nelirêtî hatiyek kirin
Piştî hilbijartina parlamentoyê ya Başûrê Kurdistanê têkilî nelirêtiyan daxuyanî tên. -
Ji bo Koyê çar partiyan li dijî YNK’ê daxuyanî dan
Li Başûrê Kurdistanê dengdana ji bo hilbijartina parlamentoyê ya serdema 5’an qediya. -
Hilbijartina Parlamentoyê ya Başûr qediya
Dendgana li Başûrê Kurdistanê ya ji bo hilbijartina serdema pêncan a parlamentoyê ku saet 08.00’an dest pê kirî, qediya. -
Gerîlaya YJA-Starê Yuksel li gundê wê hate veşartin
Gerîlaya YJA Starê Nûdem Nûrhak (Turkan Yuksel) ku li Botanê Nîsana 2017’an şehîd bûyî, li gundê ku lê çêbûyî, li Kantarma ya Elbîstanê hate veşartin. -
HPG’ê derbarê çalakî û şehîdan daxuyanî da
HPG’ê ragihand li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistnaê ‘li dijî artêşa Tirk a dagirker’ çalakî kirine. Di daxuaniyê de nasnameya 3 gerîlayan, ku li Bedlîsê û Amedê şehîd bûbûn hate parvekirin. -
Kêm kes li Başûr çûne ser sendoqê
Hate ragihandin rêjeya çûna ser sendoqan a li Başûrê Kurdistanê kêm e. Dayina dengan ku saet 08.00’an dest pê kirî, tê payin saet 18.00’an biqede. -
Li Nisêbînê êrîş û ‘qedexeya derketina derve'
Hêzên dewletê yên Tirkiyeyê li gundê Badibê yê Nisêbînê operasyon dan destpêkirin û ‘qedexeya derketina derve’ îlan kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê dengdan didome
Li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlementoya herêmê didome. Rayedaran bang li gel kirin ku bila werin dengê xwe bidin. -
Avesta: Rola kê di qetilkirina Mam Zekî de hebe wê derkeve holê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avest got, têkildarî qetilkirina Zekî Şengalî lêpirsîn dane destpêkirin. Avesta bal kişand li ser rolê hêzên herêmê di êrîşê de. -
Şaredarê xespkar navên taxên Kurdî guherand
Qeyûmê xespkar yê şaredariya navçeya Qoserê ya Mêrdînê navê 3 taxên Kurdî guherand. -
Li Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê dest pê kir
Li Başûrê Kurdistanê saet 08:00’an hilbijartina parlamentoyê dest pê kir. -
Aşê sedsalî bûye hedefa defînegeran
Li navçeya Yenîşehîr ya Amedê aşê avê yê dîrokî yê sed salî bûye hedefa defînegeran û ji ber kolana zêde binê avahiyê bûye birka avê. -
Gel debara xwe bi berhemên xwecihî dike
Berhemên li Wan û navçeyên wê, dibe debara hemwelatiyên ku ketine ber pêla krîzê. -
Li Lêlikanê di çalakiya duyemîn de çalakgera yekemîn
Çalakiya duyemîn a li girê Lêlikanê ya herêma Bradostê li dijî artêşa Tirk a dagirker, çalakiya yekemîn a Dunya Axîn bû. Çeka wê B7 bû, lê fîşekên wê qediyabû û di nava fîşekên dijmin de mabû. -
Fermandariya Biryargeha NPG: Derket holê ku Bazancir ne sîxûr e
Fermandariya Biryargeha Navenda Parstina Gel, ragihand ku Mahmût Bazancir ê li gundê Dugernan ê girêdayî navenda Çewlik ê 27’yê Îlona 2017’an hatibû kuştin, derket holê ku ne sîxûr e. -
Li Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêmên Deşta Kafiya û Bergaêr yên girêdayî navçeya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin. -
HPG: Li Sîdekan û Şirnexê derbên giran li dagirkeran hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Başûrê Kurdistan û Silopiyê 9 leşker û 2 kontra kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Hawêla Sêrtê ji ber bomberdûmanê 3 gerîla şehîd bûne.