KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Apê Mûsa hat bibîranîn
Nivîskar û rojnamegerê Kurd Mûsa Anter li ser gora xwe ya li Nisêbînê hate bibîranîn. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay di bibîranînê de axivî û got ku, “Generalên Apê Mûsa îro berxwedana li Îmraliyê dinivîsin.” -
Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî biryara DMME’yê dan
Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 351’an de pêk anîn û nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê dan. Malbatan gotin ku, “Ev doz ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê mezintir e.” -
KCD sersaxî ji malbata Ayhan re xwest
KCD’ê bi peyamekê sersaxî ji gelê Riha, malbat, gelê Kurd û Partiya Demokratîk a Gelan re xwest. -
HPG: 6 leşker hatin kuştin, 2 sîxûr jî hatin cezakirin
Gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Îdir, Şirnex rêze çalakî kirin, 2 kesên li gel MÎT’ê jî kar dikirin hatin cezakirin. -
Girtiyên li Xarpêtê dixin hucreyên yek kesî!
Hate ragihandin ku êşkence li girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê yên ku ketibûn greva birçîbûnê hatiye kirin. Girtî dixin hucreyên yek kesî. -
Îbrahîm Ayhan jiyana xwe ji dest da
Îbrahîm Ayhan ê di partiya HDP’ê de ji bo du deman parlemeteriya Rihayê kir, ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da. -
GOTAR- Gelo Tirkiye û Îranê dijminatiya li Kurdan li hev kir?
Siyasetên Tirkiye û Îranê nîşan didin ku bi vê zêhniyeta dewletê ne mumkin e ku pirsgirêk bîn çareserkirin. Ji ber vê yekê, girîng e ku bi gelên herêmê û hêzên demokrasiyê re peywendî bên danîn. -
‘Jin xwedî li dîrokê derdikevin’
Dayika Salîha Kanay ku bi salan e destar bikartîne diyar kir ku destar bi ked û parastina jinan hatiye van rojan. Kanay destnîşan kir ku ew bi bikaranîna destarê çand û dîroka xwe diparêze û bang li jinan kir ku xwedî li çanda xwe derkevin. -
'Heta ku em nebin ax dev ji axa xwe bernadin'
Jinên ji Bradostê gotin ew ê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk rawestin û gotin, ''Em heta ku nebin ax dev ji axa xwe bernadin'' -
Artêşa Tirk agir bi Çiyayê Zelê xist
Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li Çiyayê Zelê ya li Nazimiya Dersimê agir bi çiyê ket. Şewata ku nayê tefandin, berfireh dibe. -
HRW: Divê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê werin lêkolînkirin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir, dibe ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ne li gorî hiqûqa şer a navneteweyî be, ji ber vê jî divê lêkolîn li ser wê were kirin. -
Dewleta Tirk êrîş kir, kesek birîndar bû
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî gundê Dûrê ya Kanîmasiyê kir. Di êrîşê de kesek birîndar bû. -
Namzetê serokkomariyê yê YNK’ê Berhem Salih ji partiya xwe îstîfa kir
Namzetê serokkomariyê yê fermî yê YNK’ê û serokê Koalîsyona Demokrasî û Edaletê Berhem Salih bi awayekî fermî ji partiya xwe îstîfa kir. -
Namzetê YNK’ê yê serokkomariyê Berhem Salih e
Rêveberiya YNK’ê ji bo namzetiya serokkomariyê Dr. Berhem Salih hilbijart. -
AKP sûcên salên 90’î jî dinixûmîne: Doza Pasûrê betal bû
‘Doza Pasûr’ a têkildarî qetilkirina 11 kesên ku sala 1993’an dewleta Tirk bi zorê ew winda kiribûn betal bû. BersûcFermandarê Tûgaya Komando ya Çiyayê Boloyê Yavûz Erturk jî hate berdan. -
Li Bedlîs û Erzînganê şer
HPG'ê ragihand li Bedlîsê 3 leşker hatine kuştin, 4 leşker birîndar bûne û gerîlayek şehîd bûye. Hate gotin di şerê Erzînganê de çend leşker hatin kuştin û birîndar bûne zelal nebûye. -
Hêzên rejîma Îranê kolberek dî jî kuşt
Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navçeya Çaldiran a Ûrmiyeyê kolberê bi navê Nîmet Şehbaz Heyderan yê 30 salî kuşt. -
YNK ji bo diyarkirina namzetê Serokkomariya Iraqê civiya
Rêveberiya YNK’ê ji bo diyarkirina namzetê Serokkomariya Iraqê li Silêmaniyê li hev civiyan. Ji bo namzetiyê navê 5 kesan derdikeve pêş. -
Vane qereqolên PDK'ê yên ku MÎT lê bicih bûye
Yekîneyên MÎT'ê ji deriyê sînor ê Hecî Umran heta çiyayê Korekê li gelek cihan li qereqolên PDKê bi cih bûne. -
Colemêrg bûye navenda bajarê qedexeyan
Dewleta Tirk ku li Colemêrg zozan û çêrî qedexe kirî niha jî latên mezin li rêyên ketina taxan datîne. Welatî bi şev û roj bi kontrola nasnameyê dikarin biçin malên xwe. -
Agir bi Cûdiyê ket
Agir bi Qada Dîvînê ya Çiyayê Cûdiyê ket. -
Balafirên şer ên Tirk Metînayê bombebaran dikin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Metînayê dibarîne... -
Aloziya di navbera PDK-YNK’ê kûrtir dibe
Ji ber rayeya serokkomariyê ew ê para kîjan partiyê ye be, nîqaşa di navbera PDK û YNK’ê kûrtir dibe. -
Rûbar Amed ê HPG'yî bi krîza dil jiyana xwe ji dest da
HPG'ê ragihand gerîlayê bi navê Rûbar Amed (Gurgîn Mazak) 16'ê Îlona 2018'an li Başûrê Kurdistanê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyê Dalkiliç ê HPG'yî piştî 9 mehan hate veşartin
Yusuf Dalkiliç ê HPG'yî ku par li Çewlikê di şer de şehîd bûbû û li goristana bêkesan hatî veşartin, malbatê cenaze derxist û veşart.