KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li herêma Barzanê çalakî, li Derya Reş şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Barzanê di çalakiyên gerîla de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. Li Derya Reş jî şer qewimî. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 8'ê Îlonê ya li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê weşand ku di encamê de 4 leşker miribûn. -
Rastiya li Wanê Soylu li derewê diqelibîne
Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu her roj derewekê dike. Soylu îdîa kir ku li Wanê bikaranîna madeyên hişbir û qeçaxiya mirovan bi dawî dibe lê di herdu jî zêde dibin. -
Li Iraqê du hêz şerê hev dikin, Kurd wê li ku derê cih bigirin?
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Serhat Varto bûyerên siyasî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nirxand. -
Talankerên AKP'yî Gola Wanê diherimînin
Şaredariya Artemêtanê ya DBP'yî ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin û Şaredariya Tûşbayê ya AKP'yî peravên Gola Wanê bi keviran dagirtin. -
Erdogmûş: Li Rihayê rewşeke metirsîdar heye
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş bal kişand ser taybetmendiya nifûsa Rihayê û got, amadekarî tê kirin ku bi taybetî li navçeyên mîna Serêkaniyê şerê navbera Kurd û Ereban bê derxistin. -
Dilê AKP'ê bi 2 girtîgehan rehet nebû, yeka din li Erdîşê çêkir
Rejîma AKP'ê ku ji bilî şer û mirinê tiştekî li Kurdistanê nake, careke din giranî da ser çêkirina girtîgehan. Li Erdîşê ku nifûsa xwe 200 hezar e û 2 girtîgeh lê hene, AKP'ê girtîgeheke din çêkir. -
Malbatên Roboskiyê: Ew ê têkoşîna me bidome
Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê, wekî her Pêncşem îro jî domiya. Malbat îro cara 350’emîn hatin ba hev û diyar kirin heta ku berpirsyarên qetlîamê werin darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin. -
Tirkiye û Îranê bi hev re li Bradostê dan
Tirkiye û Îranê bi balefir û topan bi hev re li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dan. -
Gerîlayan li Şirnexê ji du baskan ve çalakî kirin
Gerîlayên HPG'ê li Êlkê ya Şirnexê li dijî kozik û stargehên hêzên dagirker ên Tirk ji du baskan ve çalakî kirin. -
Di çalakiyên li Rojhilat de gelek kes hatin destgîrkirin
Ji kesên ku êrîşên rejîma Îranê û darvekirina ciwanên Kurd protesto dikirin gelek kes hatine binçavkirin. -
Operasyona leşkerên Tirk a li Hezoyê didome
Operasyona artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Hezoyê didome. Cerdevan û yekîneyên taybet jî tevlî operasyonê bûn. -
Îdlib wê hebûna Tirkiyeyê diyar bike
Serhet Varto: Eger Tirkiye di Îdlibê de winda bike, wê êdî nekare di siyaseta Efrînê be bi pêş ve biçe. Rewşa Efrînê hinek bi pêşveçûna operasyona Îdlibê ve girêdayî ye. -
HDK’ê têkildarî êrîşên Îranê daxuyanî da
Alîkarê Sekreterê Giştî yê HDK’ê Aso Hesenzade di êrîşên li dijî wan de yên ku rejîma Îranê kiriye, bêdengiya partiyên Başûrê Kurdistanê rexne kir. -
Li Qendîlê êrîşa hewayî
Balafirên artêşa Tirk a dagirker herêma Qendîlê bombebaran dikin. -
Gelê Rojhilat li dijî darvekirinan di çalakiyê de ne
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, darvekirina çalakgerên Kurd hate protestokirin. -
HPG’ê têkildarî çalakiyên li Şirnex û İdîrê daxuyanî da
HPG’ê ragihand ku di çalakiya Îdirê de 6 leşker hatine kuştin û di çalakiya Şirnexê de jî hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye tespîtkirin. -
Li Heftanînê bombebaran: Rez û baxçeyên gundiyan bûn hedef
Artêşa Tirk a dagirker bi avêtina top û hawanan ya li gundê Nîzore yê herêma Heftanînê rez û baxçeyên gundiyan kir hedef. Di êrîşê de zirarekî mezin a gundiyan çêbû. -
KCK: Çareserî têkoşîna hevpar a gelan e
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî serdestiya îdeolojiya faşîst a 12’ê Îlonê bal kişande ser girîngiya têkoşîna hevpar a azadî û demokrasiyê. -
Partiyên Kurd cara yekem ji bo Kerkûkê li hev civiyan
Piştî ku artêşa Iraq û Haşdî Şabî di 17’ê Cotmehê Kerkûk û herêmên bi nanok kontrol kir, cara yekem partiyên Başûrê Kurdistanê li hev civiyan û rewşa vê herêmê gotûbêj kirin. -
Girtiyên PKK û PAJK’î dest bi grêva birçîbûnê kirin
Bi hezaran girtiyên PKK’yî û PAJK’î yên li zindanên Tirk ji îro û pê ve dest, ji bo sê rojan dest bi girêva birçîbûnê kirin. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin û girtiyên nexweş werin berdan. -
Omer Ocalan: Naxwazin Ocalan bi gel re danûstandinê bike
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan: Ji bo Kurdan em di pêvajoyekî krîtîk de ne. Naxwazin Birêz Ocalan bi gelê xwe re tû têkilî dane. Divê dawî li vê were. -
Kûnûr: Gelê me wê bi hilbijartinê bersiva qeyûman bide
Hevşaredarê Cizîrê ku bi Qeyûm hatibû desteserkirin, Kadîr Kûnûr got: “’Wê gelê me di hilbijartinan de bersiv bide polîtîkayên qirêj ên dewletê.” -
Li Silêmaniyeyê ji bo bibîranîna Yilmaz Guney forûma fîlman
Li Silêmaniyê ji bo bibîranîna Yilmaz Guney forûma fîlman hate lidarxistin. -
Li Başûrê Kurdistanê propagandaya hilbijartinê destpê kir
Li Iraqê ku xebatên ji bo avakirina hikûmeteke nû didomin, Herêma Kurdistan a Federal xwe ji bo hilbijartinan amade dike. Propagandaya hilbijartinê dest pê kir lê di mijara ‘lîstikeke adîlane’ de fikar hene.