KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Barzanê
HPG’ê ragihand ku li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê û herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên Tirk rêze çalakî kirine. HPG’ê eşkere kir ku li Dersim û Sêrtê 7 gerîla şehîd bûne. -
‘PDK’ê serokatiya herêmê hilweşand û daxwaza serokkomartiya Iraqê dike'
Li gorî destûra Iraqê postê ‘ Serokkomarî nîşana yekparçeya nîştiman, serweriya welêt e’. Lê niha ew post bûye cihê nakokiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd de. -
Li Silopiyê ji ber teqînê 2 cerdevan mirin
Li navçeya Silopî ya Şirnexê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di teqînê de 2 cerdevan mirin û 4 jî birîndar bûne. -
Li Munzurê mîna masiyê somonê
Çîroka zarokekî esîl ê bejî yê di nav çanda Dersimê de xira nebûyî, kurteya hemû Dersimê ye. Çîroka jiyana wî dişibe çîroka masiyê somonê. Ji bo bîranîna Mahîr ku bihara 2018'an şehîd bûyî.. -
Kampanyaya 'nebe şivan bibe cerdevan'
Li gundên navçeyên Wanê Payizava û Edremîtê bi dirûşma 'nebe şivan bibe cerdevan' li qorîciyan digerin. -
HPG: Li Gever û Tendûrekê 6 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Gever û Tendûrekê li artêşa Tirk dane û 6 leşker kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Çewlikê jî 4 gerîla şehîd bûne. -
Saziyên Êzidî li dijî Erdogan banga daketina qadan kirin
Di serî de NAV YEK, Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî û saziyên Êzidiyan di çarçoveya kampanyaya ‘Xêr nehatî Erdogan’ bang li civaka Êzidî kir ku dakevin qadan û hesabê ji dewleta Tirk a faşîst bixwazin. -
Bahadîn: Erkê me yê yekem dawîkirina dagirkeriya Tirkiye ye
Endamê Lîsteya Namzetê Tevgera Goran Celal Tehsîn Bahadîn bal kişand ser mexdûriyeta herêmê û diyar kir ku dema biçin parlementoyê erkê wan ê yekem wê ew be ku dawî li dagirkeriya xaka Kurdistanê bînin. -
KCK'ê 10 girtiyen ku li Girtigeha Amede hatin kuştin bi bîr anî
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber salvegera 22'yan a girtîgeha Amedê peyam da û 10 girtiyên ku bi 'qalasên bizmarkirî' hatin kuştin bi bîr anî. -
Çîroka Tîjda ya ku ji quntarên çiyayê Ekecîkê gihaştî Zagrosan
Çîroka gerîlaya YJA STAR'ê Tîjda Ekecîk ku dema li dijî êrîşên artêşa Tirk li ber xwe dayî û şehîd bûyî, bi koçê dest pê dike û bi dergûşa mirovahiyê Zagrosan ber bi bêdawîtiyê ve diçe. -
KCK'ê sersaxî ji bo Ibrahîm Ayhan da
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo parlamenterê berê yê HDP'ê Ibrahîm Ayhan ku heftiya çûyî, çûyî ser dilovaniya xwe, sersaxî xwest. -
Girseya gel benda polîsan derbas kir, cenazeyê Ayhan hate veşartin- NÛ BÛ
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, birîn Siwêregê. Polîsan êrîşî girseya gel kir û encam negirtin. -
Li Barzan û Şirnex çalakî, li Amedê jî şer dijwar e
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li herêma Barzan a Başûrê Kurdistan û navçeya Qilaban a Şirnexê de bi kêmanî 10 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de encamên şerê ku piştî operasyona Lîcê û şûnde jî hate parvekirin. -
Kirîza serokkomariyê ya di navbera PDK-YNK’ê de kûr dibe
Kirîza serokkomariyê ya her diçe di navbera PDK-YNK’ê de kur dibe, bi diyarkirina namzetê PDK’ê re derbazî qonaxeke nû bû. Koalîsyona Îmar a ji komên Şiî ya Iraqê pêk tên, daxwaz ji Kurdan kir ku namzetekê tenê diyar bikin. -
‘Servîsa ANF’ê ya bi Kirmanckî gaveke gelekî girîng e’
Parlementerê HDP’ê Hişyar Ozsoy û rojnameger Canan Efe ji ber vekirina servîsa bi Kirmanckî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) pîroz kir. -
Ji zarê gerîla Rojhat Mamoste Çiyayê Cîlo û Zagros
Cîlo ew cih e ku sê parçeyên Kurdistanê li wê derê dibin yek. Ev herêm rê nade dagirkeran û deriyên xwe ji gerîlayan re vedike. -
TŞYJ: Em ê tola Sarîn Awaz li erdê nehêlin
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekgirtî ya Jinan (TŞYJ) têkildarî şehadeta şervana MLKL/FESK’ê Sarîn Awaz (Şevîn Sogut) got ku, ew ê tola wê li erdê nehêlin û bendewariya hemû şehîdan bi cih bînin. -
Li Xaneqînê li DAÎŞ’ê hate xistin
Hêzên Şer ên Iraqê ragihandin ku di êrîşa hewayî ya li Xaneqînê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin. -
Cenazeyê Îbrahîm Ayhan gihişt Sîweregê
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd û parlemeterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ê li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Şirnexê, şandin Navçeya Sîweregê ya Rihayê. -
Tevî kirîzê li Colemêrgê fêkî û zebzeyên erzan
Tevî kirîzên aboriyê her diçe nirxên fêkî û zebzeyan biha dibe, li Colemrêgê gelek kesên ji baxçeyên xwe fêkî û zebzeyan dihilberînin bi awayekî erzan difiroşin û debara xwe dikin. -
Fermandarê HPG’ê Hogir Pêt: Tekane armanca me serkeftin e
Yek ji fermandarê HPG’ê Hogir Pêt diyar kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk tekane armanca wan serkeftin û serfirazî ye. Pêt ji bo yekîtiya gelê Kurd bang kir ku bila her kes bixebite. -
Xizmên girtiyan: Fikarên me yên hebûna mirovahiyê hene!
Malbatên girtiyan ên têkildarî astengiyên serlêdanên girtîgehan anîn ziman, destnîşan kir ku nêzîkatî û lêgerînên ku rûmeta mirovan dişkînin tên kirin û gotin: “Fikarên me yên hebûna mirovahiyê hene!” -
Rûsya li hemberî Kurdan çi bi dest xist?
200 sal in Rûsya piştgiriyê dide dewleta Tirk a ku her dem li ber têkçûnê bû, gelo xêra vî tiştî ji Rûsyayê re heye? -
Li 4 gund û taxên Sêrtê qedexeya derketina derve hate îlankirin
Li 4 gund û 4 taxên Sêrtê ji aliyê Walîtiyê ve qedexeya derketina derve hate îlankirin. -
Cenazeyê Ayhan bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin
Cenazeyê parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ku li bajarê Hewlêrê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, li Silopiyê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin.