KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê ciwanan tecrid protesto kirin
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bi şîara ‘Me bi ciwanî dest pê kir, bi ciwanî em ê dawî bikin’ tecrîd û polîtîkayên şer hate protesto kirin. -
Cenazeyê Ayhan ber bi Rihayê ve hate bi rê xistin
Wekîle berê yê HDP'ê Ayhan ku bi krîza dil çûyî ser dilovaniya xwe ji Hewlêrê hate standin û ber bi Rihayê ve hate bi rê xistin -
Namzetê PDK’ê yê Serokkomariyê diyar bû
PDK ji bo Serokkomariya Iraqê Fûad Huseyîn weke namzet nîşan da. -
HPG: Li Lêlîkanê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, li Lêlîkanê di çalakiya gerîla de 2 leşker hatin kuştin. Li ser operasyonên li Agirî, Amed û Şirnexê jî agahî hatin dayin. -
Onûr ê ku wesayita polîsan lê qelibî, jiyana xwe ji dest da
Onûr Ozalp ê 5 salî ku li Hezexê wesayita zirxî ya polîsan lê qelibî, piştî tedawiya 9 mehan jiyana xwe ji dest da. -
YNK'ê nerazîbûn nîşanî serdana Nêçirvan Barzanî ya li Bexdayê da
YNK'ê nerazîbûn nîşanî serdana Nêçirvan Barzanî ya Bexdayê da û PDK bi 'lihevnekirinê' rexne kir. -
Hevkariya PDK û YNK’ê ya ji bo çûna Bexdayê heta vir e!
Piştî ku YNK’ê namzetê xwe yê serokkomariyê diyar kir, di navbera PDK û YNK’ê de nîqaş û alozî jî zêde bûn. -
Li Cûdiyê xweza hate qirkirin: Darên fisteqan bûn xwelî
Li Çiyayê Cûdiyê ji ber êrîşên artêşa Tirk di nava hefteyekê de du caran agir bi qadê ket û bi sedan darên fisteqan bûn xwelî. -
Cenazeyê Îbrahîm Ayhan wê roja Duşemê were veşartin
Cenazeyê parlamenterê berê yê HDP'ê Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, ji bo veşartinê wê ber bi Sêweregê ve were şandin. -
Başaran: Bi destê dewletê civakeke apolîtîk tê afirandin
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran işaret bi zêdebûna êrîşên zayendî yên li Êlihê kir û got, îstîsmara zayendî li bajarên Kurdan bûye polîtîkayeke dewletê. Başaran got, "Dewlet hewl dide civakeke apolîtîk biafirîne." -
ROJEVA 23'Ê ÎLONÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Îlona 2018'an. -
Li Wanê bi civînekê amadekariyên hilbijartinên herêmî
Amadekariyên hilbijartinên herêmî HDP’ê li Wanê da destpêkirin. -
Li Amed û Êlihê li aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
Li Amed û Êlihê xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê jî daxwaze edaletê kirin. Di çalakiyan de êrîşa rejîma AKP'ê ya li dijî Dayikên Şemiyê hate şermezarkirin. -
Xabûr: Tecrîd wê bi çalakiyên gel ji holê rabe
Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr got, hêza ku Ocalan ji nava tecrîda giran derxîne çalakiyên mezin ên gel e. -
Êşkence êdî li her derê tê kirin
Li Wanê êşkence êdî li naverastê tê kirin. Polîsên Tirk dema ku diavêjin ser malan, bi awayekî vekirî li nava wesayita polîsan an jî li naverastê êşkenceyê li mirovên ku destgîr dikin dikin. -
Li Cûdî û Bestayê operasyona artêşa Tirk
Artêşa Tirk da dagirker bi tevlîbûna cerdevanan li derdorî gundê Zorava ya dikeve navbera Kato Jîrka û Bestayê de dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Li Besta ya ku operasyon lê didome şer qewimî. -
Peyama KCK’ê ya ji bo rojiya Muharrem û Aşûrayê
Komîteya Gelan û Baweriyê ya KCK’ê, bi boneya roja Muharrem û Aşûra yê, Huseyîn û hevrêyên wî yên li Kerbelayê hatibûn qetilkirin bîbîr anî. -
Artêşa Tirk li Colemêrgê derbên giran xwar: 28 leşker mirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê di sê çalakiyên gerîla de herî kêm 28 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Nasnameya 5 gerîlayên li Şirnexê şehîd bûn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên 14-15'ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bûn eşkere kir. -
Ji bo Leyla Guven were berdan serî li dadgehê hate dayin
Piştî ku Enîs Berberoglû yê CHP'yî hate berdan, ji bo berdana parlamentera HDP'î Leyla Guven serî li dadgehê hate dayin. -
Cîhan Eren: Divê Elewî li dijî faşîzmê bi helwesta Kerbela rabin
Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got, ''Faşîzmek heye, Elewî divê bibin xwedî helwesta Kerbela''. -
HDP ji Şahiya Ciwanan a li Wanê re amade ye!
Rêxistina HDP'ê ya Wanê gelê Wanê bi taybetî jî ciwan vexwend şahiya ciwanan a roja Yekşemê. -
Ji ber AKP'ê nan bi destê mirovan nakeve
Li Tirkiyeyê ku ji ber polîtîkayên şer ên Erdogan krîza aboriyê giran bûye, ji ber zemê ard bi destê nanpêjan nakeve. -
Yeşîlgoz: Em ê xwedî li têkoşîna fermandarê xwe Azîz derkevin
Îmera Fera Yeşîlgoz bi wesîleya salvegera 3'an a mirina Fermandarê BOG'ê Azîz Guler daxuyanî da û got, "Hevrêyê me Azîz di her dilî de bû bawerî û wêrekî û bi vî rengî tevlî nava karwanê nemiran bû." -
Doh madalya dabû Evren, îro jî xalîçeya sor li ber Erdogan radixe
Têkiliyên siyasî, leşkerî û aborî yên dewleta Tirk ên bi dewleta Elman re 40 salên dawî mezintir bûn. Dewleta Elman ku xwe amade dike ji bo xalîçeya sor li ber lingên Erdogan raxe, berê jî madalya dabû lîderê cûnta 12'ê Îlonê Kenan Evren.