KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KODAR: Li dijî êrîşên Îranê divê yekîtî hebe
Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) got divê li dijî êrîşên rejîma Îranê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin. -
Li Colemêrg û Îdirê gerîlayan çalakî li dar xistin
HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên di 8-11’ê Îlonê de li Colemêrg û Îdirê hate lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Li Wanê nexweşên emeliyatkirî li korîdoran radizînin
Li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yılê ya Wanê nexweşên emeliyatkirî ji ber ku cihê lê razênin nîn e li korîdoran li ser kursiyan radizînin. -
AKP’yî bi xespkirina şaredariyê gel tehdît dike
AKP’yî li Wanê bi gotina ‘Deng nedin HDP’ê ji xwe wê qeyûm bê wezîfedarkirin’ gef dikin. Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê bajar got: “Dixwazin moralê gel xira bikin.” -
Cihê sehtkirinê bûye cihê êşkenceyê
Cihê sehtkirinê ya Yenîkopru ya li sêgoşeya Colemêrg-Wan û Geverê bûye cihê êşkenceyê. Bi sedan kes, ku di nav wan de nexweş, jinên ducanî û yixtiyar jî hene bi saetan li cihê sehtkirinê têne sekinandin. -
Talankerê Şaredariya Artemêtanê dest bi firtona erd kiriye
Atîf Çîçeklî yên talanker ku Şaredariya Artemêtanê xiste nava deynan, dema ma bê pere qadên girêdayî şaredariyê dest bi firotina wê kir. -
Piştî 5 mehan cenazeyê gerîlayê HPG'ê Denîz dan malbatê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yakûp Denîz (Welat Rêdur) ku li bejahiya navçeya Pilemuriyê ya Dersimê di encama bombabaranê de şehîd bûbû, piştî 5 mehan da malbatê. Cenazeyê Denîz wê sibê ji Meletiyê were girtin û li Amedê bi merasîmekê bê veşartin. -
Balafirên şer bombeyan li Amediyê dibarîne
Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker bombebarana li dijî navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê didomîne. -
HPG: Di nava hefteyekê de 59 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di nava hefteyekê de 59 leşkerên Tirk di çalakiyên gerîlayan de hatine kuştin. -
Propagandaya hilbijartina Başûrê Kurdistanê 11’ê Îlonê destpê dike
Li Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina ku wê 30’ê Îlonê bihata kirin 11’ê Îlonê pêvajoya propagandakirinê destpê dike. -
Li Xaneqînê ji ber teqînê polîsek birîndar bû
Li navçeya Xaneqîn a bajarê Diyala yê Başûrê Kurdistanê dema derbasbûna otobûsa polîsan de mayîn teqiya. Di teqînê de polîsek birîndar bû. -
PJAK: Divê Kurd yekîtiyê bikin rojeva xwe
PJAK: Di vê dema hestyar de ku celad ciwanên gelê Kurd darve dikin, pêwîst e hemû hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê alozî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekîtiyê bikin rojeva xwe. -
Li Cizîrê gelek kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Cizîrê avêtin ser malan û gelek kes destgîr kirin. -
HPG: Li Çelê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê di çalakiya gerîla de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Navendê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê şehîd bûn eşkere kir. -
Îran topan diavêje herêma Bradostê
Hate ragihandin, artêşa Îranê bombeyan li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dibarîne. -
KCK'ê Îran şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê darvekirina aktîvîstên Kurd û êrîşa rejîma Îranê ya li Koyê şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li derdora Amediyê dibarînin
Hate ragihandin, balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li derdora Amediyê dibarînin. -
Bûlût: Ez ê zilma dewletê qet ji bîr nekim
Saliha Bûlût ku salên 90'î li gundê Cumarê ya navçeya Licê ya Amedê dima anî ziman ku 5 xizmên wê dema destgîrkirîbûn hatin windakirin û got, "Ez hezar salî jî bijîm, zilma ku vê dewletê li me kir wê ji bîra min neçe." -
Nasnameya 12 kesên li Koyê jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin
Nasnameya 12 kesên ji ber êrîşa rejîma Îranê ya li ser navendên PDK-Î û HDK’ê de jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin. 6 ji kesên jiyana xwe ji dest dane endamên Komîteya Navendî ya HDK’ê ne. -
PDK û Goran nerazîbûn nîşanî êrîşa Îranê da
Li dijî êrîşa rejîma Îranê ya îro saet 10:30’î ya li dijî navmendên PDK-Î û HDK ên li navçeya Koyê hate kirin, di saetên şevê de hikûmeta herêmê, Serok berê yê herêmê Mesût Barzanî û Tevgera Goran daxuyanî da. -
Di êrîşa Îranê ya li ser PDK-Î û HDK’ê de 21 kes mirin
Di êrîşa rejîma Îranê ya li dijî navenda PDK-Î û HDK’ê ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê de 21 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Rejîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Kurd darve kirin
Rejîma Îranê tevî hemû nerazîbûnên navnetewî girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Muradî û Loqman Muradî bi darve kirin. -
HPG: Li Colemêrgê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan yên li Colemêrg û Sêrtê de 18 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker hatine kuştin. -
Rejîma Îranê Penahî dar ve kir
Li gel hlewesta navnetewî ya li dijî rejîma Îranê jî hate ragihandin ku Ramîn Huseyîn Penahî dar ve kiriye. Li gorî agahiyan rejîma Îranê vê Şemiyê cezayê darvekirinê yê li ser Penahî pêk anî. -
Rejîma Îranê li Hewlêrê li du baregehên partiyan da-NÛ BÛ
Wesayîtên hewayî yên bêmirov û topavêjên Îranê li navçeya Koyê ya Hewlêrê li navenda partiya Hizbî Demokratîk Kurdistan (HDK) û li ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) da.