KURDISTAN
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Li gundekî Licê dagirkeriya ‘nijadperestî’
Leşkerên Tirk ên rejîma Erdogan gundê Çemê Elika yê Licê dorpêç kirin, ala Tirk li mizgeft, dibistan û mala şînê daliqandin. Hate ragihandin ku leşker stranên nijadperestî pê dixin û gefan li gundiyan dixwin.
-
-
-
-
Meclîsa Şengal Nadîa Murad pîroz kir
Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Aktivîsta Kurd a Êzidî Nadîa Murat û Jineolog Dr. Denîs Mûkege yê ji Komara Kongo ya Demokratîk ên hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya Cîhanê hate dîtin pîroz kirin.
-
-
-
Leşker gundiyên Licê tehdîd dike
Nêzî hefeteyek li bejahiyên navçeya Licê ya Amedê operasyonên leşkerî didomin. Gef li gundiyan tên kirin ku ji mal û gundên xwe dernekevin.
-
-
-
KONGRA GEL banga tevlîbûna çalakiyên 9’ê Cotmehê kir
KONGRA GEL, banga tevlîbûnên xurt a çalakiyên li Brûksel û Strasboûrgê kirin. KONGRA GEL got: “Komplo negihişt armanca xwe. Bi pradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo bi berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê kir ku têkoşîna azadiyê derbasî Kurdistanê bibe.”
-
-
-
Peyman Amed: Gerîla planên dijmin pûç kir
Yek ji fermandara YJA Starê ya Botanê Peyman Amed pirsên ajansa me yên di derbarê operasyona Herekolê de bersivand. Amed da got ‘gerîlayên YJA Starê û HPG’ê li ser dijmin çalakiyên dijwar kirin. Çalakiyên me ji bo antîpropagandaya dijmin bersivek bû.’
-
-
Karasû: Wê nikaribin komployeke din bikin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, dewleta Tirk mîna sala 1998'an dixwaze bi komployeke navneteweyî ji nava krîzê derkeve, lê belê vê carê wê nikaribe vê bike.
-
-
-
Li Bakurê Kurdistanê operasyon û şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li Feraşînê operasyon daye destpêkirin û di operasyonê de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne.
-
‘Tecrîd zirarê dide gelên Rojhilata Navîn’
Parlementer Aydenîz diyar kir ku bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Kurd, Tirk û gelên Rohilata Navîn zirarê dibine û got: “Ji bo Tirkiyeyek demokratîk û Kurdistanek azad divê Birêz Ocalan azad bibe.”
-
‘Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê û biryara şer a dewleta Tirk’
Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê ewqasî mezin bûn û desthilatdarî hejand, kirin AKP bê ber têkçûnê. AKP´ê heta hingê bi îdîaya, ez Kurdan kontrol dikim desthilatdariya xwe li ser piyan digirt; bi rabûna ser piyan a Kurdan û hêzên demokrasiyê tirsa rûxanê girt.
-
Tirsa ji ‘tûnel’ê ketiye dilê qeyûm
Qeyûmê ku Şaredariya Mezin a Amedê dagir kirî, seraqet dikanên esnafên li pêşberî şaredariyê bi hinceta ‘xebata tûnelê heye yan na’ dide kontrol kirin.