KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Bedlîsê qedexeya derketina derve hate îlankirin
Li Bedlîsê dewleta Tirk a dagirker ku amadekariya operasyonê dike li mezra û gundê Doyûmlû yê navçeya Hîzanê qedexeya derketina derve ragihand. -
KCK’ê ji bo Haci Nûrî Varlî peyama sersaxiyê belav kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Haci Nûrî Varlî yê ku ji ber krîza rehmet kiriye, peyama sersaxiyê weşand. -
Îpekyuz: Êrîş dibin sedem ku em hîn bêhtir qewîn bibin
Wekîlê HDP'ê Necdet Îpekyuz bal kişand ser êrîşên qirkirina siyasî û got, "Ji bo destketiyên me krîmînalîze bikin êrîş dikin. Lê belê ev êrîş dibin sedem ku berxwedêriya gelê me qewîn bibe." -
Li Kerkukê teqîn: 6 kes birîndar bûn
Li Kerkukê erebeyeke bombe barkirî teqiya û di encamê de 6 kes birîndar bûn -
NÛ BÛ- Nasnameya du gerîlayên li Dihê şehîd bûne hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên wan ên bi navê Mahîr Maletya û Rêzan Goyî 11’ê Cotmehê li navçeya Dihê ya Sêrtê şehîd bûne. -
HPG’ê têkildarî çalakî û opersyona li Agiriyê daxuyaniyek da
Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û operasyonên artêşa Tirk a li Agiriyê agahî parve kir. -
Li Amedê 25 kes hatin girtin, zêdeyî 100 kes jî hatin berdan
Di operasyonên qirkirina siyasî ya navenda wê Amed de ji 141 kesên hatine destgîrkirin, 25 kes hatin girtin zêdetirî 100 kes jî bi ‘şertê kontrola edlî’ hatin berdan. -
NPG’ê çalakiya Çelê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) çalakiya gerîla ya 10’ê Cotmehê ya li Çelê weke ‘çalakiya serketî ya li gorî ruhê demê û taktîkê wê’ pênase kir. -
Li Wanê 15 kes hatin girtin
Li Wanê 3 jê keya 15 kesên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. -
Eylem Kasim: Divê girtî ji berxwedana Îmralî hêzê bigire
Kasim: Her çendî sekna rêxistinî, bîrdozî bihêz be, encamê vê berxwedanê çiqas derkeve holê wê faşîzm jî di wê astê de vala derkeve û negihîje armancên xwe. Hişmendiya desthilatdar û yek kesî ji bo desthilat û berjewendiyê xwe civak xistiye mîna zindanan. -
3 rojnamegerên destgîrkirî hatin berdan
Roja 9’ê Cotmehê di serî de li Amedê, gelek kes hatibûn destgîrkirin. Îşev ji wan 3 rojnameger hatin berdan. -
Bahoza tozê ya li herêma Mexmûr dijwar bû
Ev du roj in bahozeke mezin a tozê li herêma Mexmûr a ser bi bajarê Mûsil ê Iraqê bê navber dewam dike. -
Temellî: Li Lîcê sûc tê kirin, lê teslîmyet nabe!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê bi heyetekê re çû Lîcê, anî ziman ku li navçeyê sûcekî mezin tê kirin û got: “Lice li ber xwe dide û qet vîna xwe radest nake.” Temellî bibîr xist ku destgîrkirin û girtin kampanyaya Erdogan e. -
HPG: Li Bakur û Başûr li gel 16 leşker endamekî JÎTEM’ê jî hatiye kuştin
HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên li Çelê, Barzan, Sîdekan, Herekol û Qilabanê lidar xistî, eşkere kir, têkildarî êrîşên hewayî jî agahî parvekirin. HGP’ê ragihand ku li Cûdiyê jî endamekî JÎTEM’ê ceza kirine. -
Gerîla Tv dîmenên çalakiya ku 6 leşker hatin kuştin parve kir
Gerîla Tv dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Girê Koordîne ku 9’ê Cotmehê hatibû lidarxistin parve kir. -
Tora Mafê Mirovan derbarê êrîşên Îranê rapor belav kir
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê êrîşên Îranê yên li ser Şaho û Hewramanê kire rapor. -
YNK ji bo walîtiya Kerkûkê hewl dide
Piştî ku waliyê demdemî yê Kerkûkê Rakan Seîd Cuburî bû wekîl dîsa hilbijartina waliyê Kerkûkê bû rojev. -
Li Dersim û Zagrosê du gerîla şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, gerîlayên YJA-STAR Dersim û Dîlpak ên li Dersim û Zagrosê şehîd bûbûn , bi bîr anî. -
Li Çelê û Barzanê 10 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li Girê Xwedê yê herêma Barzanê derbek giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyan de herî kêm 10 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. -
Li Sîdekanê êrîşa hewayî
Artêşa Tirk Pêrşemê saet 20.00'an Çiyayê Kewêtê ya Sîdekanê û derdora çiyê bombe kir. -
Li Daqûqê teqîn û êrîş
Li Başûrê Kurdistanê, li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê teqînek çêbû û 2 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin. Êrîşa bombeyî birimn ser mala rêveberê YNK'ê yê li navçeyê Idrîs Hecî. -
Xizmeta AKP'ê ya ji bo Erdîşê: Girtîgeha sêyemîn
Navçeya Erdîş a Wanê ji ber erdheja sala 2011'an hilweşiya bû. Ji hingî ve dewletê tenê avahiya Midûriyeta Emniyetê û Girtîgeheke Nû li navçeyê çêkir. -
Li Amedê 13 kes hatin girtin
Dewleta Tirk, ji Amedê destpê kir û li 9 bajaran operasyonên qirkirina siyasî pêk anîbûn û gelek kes destgîr kiribûn. Yek jê rojnameger 13 kesên destgîrkirî roja pêncşemê derxistin pêşberî dadgehê û hatin girtin. -
Çar Partiyên Kurd ji bo piştgiriyê çûn Serdana HDP’ê
Piştî terora destgîrkirin û girtinê ya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan a rojên dawî, çar partiyên Kurd, ji bo piştgiriyê çûn serdana HDP’ê. -
Ji Sîdekan heta Sêrtê çalakiyên xurt ên gerîla: Bi kêmanî 9 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihand di çalakiyên çarçoveya ‘ Pêngavên Şoreşgerî’ yên li Sêrt, Lêlîkan, Çelê, Herêma Barzan û Sîdekanê li dijî dagirkeran hatiye lidarxistin, bi kêmanî 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.