KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Çelê li dijî baregeha leşkerî çalakî
Li Çelê ya Colemêrgê li djî devera ku wekî 'Tepê Koordîne' tê zanîn, li dijî leşkerên Tirk çalakî hate kirin. -
KCK'ê kesên ku di Komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera 3'yan a komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqerê de kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. KCK'ê got li Tirkiyê û Rojhilata Navîn wê dijminên demokrasiyê û azadiyê werin têkbirin. -
Kalelî: Divê hempîşeyên Seda wê bi tenê nehêlin
Nûçegihana MA'yê Taşkin nêzî 10 meh in girtî ye. Parêzer Gulan Çagin Kalelî ji bo rûniştina sibê ya doza wê bang kir û got, "Hempîşeyên Seda divê sibe wê bi tenê nehêlin." -
Ozsoy: Bi zemîna qanûnî re hewl didin tecrîdê mayînde bikin
Wekîlê HDP'ê Hişyar Ozsoy nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Hewl didin ku tecrîdê ji aliyê qanûnî ve mayînde bikin. Ev rewş gelekî metirsîdar e." -
Aydogdû: Armanca bingehîn a şer hedefên Osmanî ye
Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Hîlmî Aydogdû işaret bi polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk kir û got, "AKP'ê ji bo xatirê hedefên Osmanî û Mîsakî Mîllî Rojhilata Navîn kiriye qada dagirkeriyê." -
Ocalan qala komployê kir
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha bi 15 salan qala detayên komploya navneteweyî, rawestgeh, aktor û armancên wê kir. -
Li Licê du kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Licê ya Amedê hefteyeke operasyona leşkerî didome. Di çarçoveya operasyona leşkerî de 2 kesên li pêşiya malên xwe rûniştibûn hatin destgîrkirin. -
Kesên li Kerboranê hatine destgîrkirin li qereqola Rişmilê tên ragirtin
Li Êlihê piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê polîsan li 3 gundên Kerboranê bi ser malan de girtin, 13 kes destgîrkiribûn. Kesên hatine destgîrkirin li Qereqola Cendermeyan a navçeya Rişmil tên girtin. -
PAJK: Gelê Kurd dest ji têkoşîna ji bo Rêberê xwe berneda
PAJK’ê ji bo salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku gelê Kurd di têkoşîna ji bo azadiya Rêbertiyê xwe de gavek paşde neavêtiye. -
Kişanak û Tuncel nehatin berdan
Di danişîna 10'an de ya doza Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel de jî Kişanak û Tuncel nehatin berdan. -
Komalên Ciwan: Ciwan dikarin dîwarên Îmraliyê hilweşînin!
Komalên Ciwan têkilî Komploya 9'ê Cotmehê di daxuyaniyê de got, ''Derfetên ku destkeftiyên mezin bi dest ve werin anîn û faşîzm were têkbirin ji her demê zêdetir e'' û li dijî komplogeran bang kir ku her kes li dor Ocalan bicive. -
KCK'ê li dijî tecrîdê banga têkoşîna pirhêlî kir
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyanî da, ên ku di berxwedana ''Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin' de şehîd bûn, bi bîr anî û got, ''Komploger wê têk biçin û Kurdistan azad bibe''. -
Li Geverê çalakiya sekvaniyê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlayan a 7’ê Cotmehê de leşkerek Tirk hatiye kuştin. -
Li Başûrê Kurdistanê encama hilbijartinê hê jî nehatiye eşkerekirin
Li Başûrê Kurdistanê hê jî encama hilbijartinê nehatiye eşkerekirin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûr diyar kir ku ji ber îtîrazan dibe ku encam biguherin. -
PKK: Sala 21’an wê bibe sala bi temamî rûxandina komployê
Komîteya Rêveber a PKK’ê, di daxuyaniya têkildarî 9’ê Cotmehê ya salvegera 20’an a komployê de, nirxandinên girîng kir. PKK’ê peyama: “Dawiya faşîzma AKP-MHP’ê nêz bûye, wê di xwîna rijandî de bifetisin.”da -
Meclîsa Şengalê: Divê em jî xwedî li Rêber Apo derkevin
Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê li hemberî tecrîd û komployê banga têkoşînê li Êzidiyan kir. Meclîsê bal kişand ser vî tiştî ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ji qirkirinê hatine rizgarkirin. -
Seîd Emanî: Erdogan planekî herêmî li dijî Kurdan xistiye meryetê
Seîd Emanî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistan û bi taybet li Başûrê Kurdistanê û got: “Planekî şer ê herêmî li dijî gelê Kurt li meryetê ye û serkêşiya vê jî Erdogan bi xwe dike.” -
Li Stockholmê şehîdên Çewlik û Dersimê hatin bibîranîn
Gerîlayên ku li Çewlik û Dersimê şehîd bûne, li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye bi çalakiyekê hatin bibîranîn. -
Karasû: Tirkiye mîna sala 1998’an li ber hilweşînê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstefa Karasû, di gotara xwe ya ji bo Yenî Ozgur Polîtîkayê de, 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. -
Rêveberiya girtîgehê ava kanalîzasyonê dide girtiyên siyasî
Li Wanê ji ber ku ava kanalîzasyonê tevlî ava vexwarinê ya girtiyên siyasî bûye, gelek nexweşî li girtiyan der bûne. -
Li Girtîgeha Tarsûsê êşkenceya fîzîkî û derûnî li girtiyan tê kir
Apê girtiyê siyasî Cengîz Temel ê li Girtîgeha Tarsûsê Davût Temel got, biraziyê wî jê re gotiye ku di dema sermijartinê de li wan tê ferzkirin ku rabin ser piyan û êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li wan tê kirin. -
Gerîla TV dîmenek nû weşand: Wesayita zirxî ya Kobra hate rûxandin
Gerîla TV dîmenên rûxandina wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra ya bi destê hêzên gerîla weşand. -
Li Mêrdînê operasyon, li Hatayê çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê operasyona Mêrdînê, çalakiya li Hatayê û êrîşa hewayî ya bi ser Avaşînê de daxuyanî da. -
Hevseroka HDP’yî hate destgîrkirin
Li Êlihê polîsan êrîş bire ser girseya ku destgîrkirin protesto dikirin û Hevseroka Bajêr a HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik destgîr kir. -
KCK: Dawiya faşîzma AKP-MHP’ê her diçe nêz dibe
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê got, faşîzma AKP-MHP’ê bi propagandaya şerê taybet dixwaze emrê xwe dirêj bike. KCK ji ber çalakiya li Êlihê ya li dijî artêşa Tirk hêzên gerîla pîroz kir.