KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KNK'ê li ser kongreya netewî civînek lidar xist
Li Dihokê bi tevlîbûna nûnerê ji çar parçeyên Kurdistan bi pêşengtiya KNK’ê de li hev kom bûn û bal kişand ser çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya Kongreya Neteweyî. -
Qedexeya li Colemêrgê hate dirêjkirin
Walîtiya Colemêrgê li 30 deverên bajar û navçeyên Colemêrgê ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ îlan kir û ketin û derketin qedexe kir. -
Li Cûdiyê bi yekîneyên veşartî operasyon tê kirin
Leşkerên girêdayî tabûra Giteyê ya Şirnex û cerdevan li deverên Girê Çolya, Hesena û Girê Hirmo yê Cûdiyê bi yekîneyên veşartî dest bi operasyonê kirine. -
Li Amed û Êlihê lêgerîna edaletê: Tirkiye bûye welatekî sûcan
Xizmên Windayan û ÎHD, lêgerîna xwe ya edaletê ya li Amed û Êlihê didomînin. Di çalakiyê de aqûbeta Nazim Gulmez û Şahîn Însel hatin pirsîn. -
Li Çelê 3 li Cûdiyê jî leşkerek hate kuştin
HPG’ê ragihand ku di çalakiya li Çelê de 3 û li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî leşkerek hate kuştin. -
HPG: Li Licê 1 serek komîser û 3 endamên MÎT’ê hatin kuştin
HPG’ê têkilî êrîşên li Licê ku 4 endamê îstîxbaratê hatin kuştin daxuyanî da û ragihand ku di şer de gerîlayek şehîd bûye. HPG'ê li ser êrîşên hêzên dewletê yên li ser gundiyan agahiyên berfireh dan. -
Altûn: Li Idlibê serkeftin ne ya kesî ye!
Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Riza Altun got li Idlibê hê serfirazî ne ya ti kesî ye û got Tirkiye welatekî wiha ye ku ji têkçûnan ji xwe re serfiraziyan çêdike, dema ku direve jî halanên serfiraziyê dide xwe. -
Li Mêrdînê operasyona leşkerî
Artêşa Tirk a dagirker şevê dî li Mêrdînê dest bi operasyonê kir. -
Qeyûmê dagirker hemû malên şaredariyê firot
Qeyûmê ku Şaredariya Erdîşê dagir kirî, hem şaredarî bi milyonan lîre deyndar kir û hem jî malên şaredariyê firot. -
Li Wanê rantxwerî zêdetir bû
AKP'yiyên ku li Wanê li gel qeyûm bi organîze tevdigerin beriya hilbijartinên xwecih zêdetir rantê dixwin. -
Temellî û heyeta pêre serdana Baroya Amedê kirin
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê serdana Baroya Amedê kir got: “Li Tirkiyeyê cihê herî zêde bê edaletî LÊ tê kirin dadgeh in. Bêedaletiya ku li van salonên dadgehan tên kirin, êş û azarên wê hemû welat dikişîne.” -
Ji bo yên li Amedê hatin berdan biryara girtinê hate dayîn
Ji bo 142 kesên ku 9’ê Cotmehê di operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê hatin kirin de hatin destgîrkirin, nerazîbûnên ji bo dadgeha jortir a ji bo yên ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan, di derbarê ji duyan zêdetir kes de biryara girtinê hate dayîn. -
Temellî: Em ê qeyûman ku mekîneyên sûc in biqewerînin!
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got qeyûm mekîneyên sûc in, bang li gel kir ku li kuçeyan têbikoşin. -
ÎHD: Êşkence li girtiyên Xarpêtê tê kirin
Şaxa Komeleya Mafên Mrovan (ÎHD) a Amedê derbarê rewşa girtiyên di girtîgeha Xarpêtê de rapor amade kir û da zanîn ku girtiyên siyasî nayên dermankirin û dikevin ber lêpirsînê. -
Artêşa Tirk li Mêrdîn û Colemêrgê derb xwar: 15 leşker mirin
HPG'ê ragihand, li Mêrdîn û Colemêrgê di çalakiyên gerîla de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de li ser bomberdûmana balafirên şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî hatin dayin. -
Di Doza Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de biryara 'dewama rehînkirinê'
Di Doza Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de ji bo girtiyan biryara 'berdewama rehînkirinê' hate standin. Danişîn hate taloqkirin. -
Emrê dirêj bextê reş: Dayika Sakîne
Dayika Sakîne Arat ku di şerê 40 salan de 4 zarokên xwe ji dest da, tevahiya jiyana xwe ji bo aştiyê têkoşiya e. -
Talana li Heskîfê: Eywana ji 265 tonî hate rakirin
Li Heskîfê, beşek ji eywana Zaviyeya Îmam Abdûllah ji şûna xwe hate rakirin. -
HDP xwe ji gelek aliyan ve ji bo hilbijartinê amade dike
HDP ku ji her alî ve xwe ji bo hilbijartina herêmî amade dike, wê 20'ê Cotmehê li Amedê komxebatekê pêk bîne û bi vî rengî dest bi karê hilbijartinê bike. Di komxebatê de wê modela nû ya şaredariyê û polîtîkayên pratîkî bên tespîtkirin. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li derdorî gundên Enzê û Sîle yên Qendîlê barandin. -
Di serdegirtinên malan ên li Wanê de 8 kes hatin destgîrkirin
Di serdegirtinên malan ên li navçeyên Îpekyolû û Qelqelî yên Wanê de 8 kes hatin destgîrkirin. -
8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bekir Kaya hate birîn
Ji bo hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. -
Temellî: Tolê ji Bekir Kaya digirin!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, destnîşan kir ku nêzîkatiyê tolhilgiriyê ji Bekir Kaya yê ji aliyê AKP’ê ve rehîn hatiye girtin tê kirin û got: “Bang li her kesê dikin ku xwedî li hemû hevalên me yên ji van dozan tê darezandin derbikevin.” -
Doza Nisêbînê: Emniyet delîlan ji holê radike
Di roja çaran a rûniştina Doza Nisêbînê de parêzeran işaret bi hiqûqa dijminatiyê ya dadgeriya Tirk kirin û gotin, emniyet jî delîlan ji holê radike. -
Karayilan: Bi zelalî bêjim; wê ji bo gerîla nebe pirsgirêk!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi bîr xist ku 35 sal in hewl didin erzaqê li ser gerîla bibirin û got, "Bi zelalî bêjim; ev yek wê ji bo gerîla nebe pirsgirêk."