YPJ'ê Konferansa Berxwedana Kobanê li dar xist

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.

Konferans di navbera 4-8’ê Îlonê de bi beşdariya 105 delegeyan hate lidarxistin. Di konferansa ku ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin de, li salonê pankartên, “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye”, “Şoreşa Rojava şoreşa Rojhilata Navîn e” û wêneyên pakrewanên jin ên di berxwedana herêmê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPJ’ê hatine girtin, di konferansê de li ser berxwedana ku li herêma Kobanê hatiye meşandin û bi taybetî jî rola YPJ’ê ya di berxwedanê de hate gotubêjkirin. Her wiha li ser pirsgirêkên rêxistinî hate rawestîn, rexne û rexnedayînên xurt hatin dayîn.

Hate gotin ku di konferansê de gelek biryarên girîng jî hatin girtin û konferans bi serketî bi dawî bûye.

Çavlirê ye ku encamnameya konferansê bê aşkerakirin.

...