Parlamentera HDP’ê Yîgîtalp a li Cizîrê ye diyar kir ku navçe niha veguheriye qişleyekê. Yîgîtalp xwest bi qasî êşa gel divê berxwedanê jî derxin pêş. Yîgîtalp anî ziman ku çalakiyên piştevaniyê hêz tevlî berxwedanê kiriye. Yîgîtalp got ku yekemîn daxwaza Cizîriyan, 'rakirina tecrîdê û destpêkirina muzakerayan e.”
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a li Cizîra ku AKP’ê komkujî lê pêk aniye, Yîgîtalp xwest bi qasî êşa gel divê berxwedanê jî derxin pêş.
'DAYIK HEMA DI CAREKÊ DE RANEHIŞTIN DARAN'
Yîgîtalp a ji ANF'ê re axivî got: "Bi rastî jî em bûn şahidê 10 rojên ku kes ji mirovatiya xwe şerm bike. Cenazeyên mirovan di sarincan de hatin veşartin. Aşkera mirov hatin qetilkirin. Lê berxwedaneke Cizîrê heye, dest ji vê berxwedana xwe berneda.”
'AKP’Ê RÊ JI QETILKIRINA 23 KESAN RE VEKIR'
Yîgîtalp diyar kir ku AKP’ê xwest bi ‘qedexeya kolanan rabû’ re propagandayê bike û wiha axivî: “Jixwe diviya ev qedexe tineba. Tişta ku pêwîst e tineba kirin û dema ku rakirin jî wekî xêrek mezin kirine anîn ser ziman. Ev qedexe bû sedema ku 23 kes bên qetilkirin. Jixwe mirovan li vê qedexeya wan guhdar nekirin. Li ser wan gule jî hatin reşandin, lê dîsa jî ev girtin ber çavan û derketin.”
'NAVÇE KIRIN QIŞLAYA LEŞKERÎ'
Yîgîtalp destnîşan kir ku hê jî nexweşxane û dibistan di bin dorpêçê de ne û wiha got: “Derdora nexweşxaneyê bi dorpêçek zêde hatiye girtin, ketin û derketin di bin kontrolkirina nasnameyan tên kirin. Li her derê polîsên tevgera taybet hene. Li dibistana 300 kesî, 350 polîsê tevgera taybet bi cih kirine. Her dever veguherandine qişleya leşkerî.”
'GEL DIXWAZE TECRÎD RABE'
Yîgîtalp diyar kir ku gelê Cizîrê dixwaze tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û dest bi muzakereyan bê kirin. Yîgîtalp wiha berdewam kir: “Cizîr ji bo aştiyek mayinde berê xwe ji Îmraliyê pêv nade ti derên din. Gel dixwaze tecrîd rabe, li benda bangawaziya Birêz Ocalan e; dixwaze pêvajoya muzakerê destpê bike. Dixwaze hewldanên demokrasiyeke rast çêbibe. Gel dixwaze li hember îradeya wan rêzdariyek hebe.”
'PÊWÎST E BI ÊŞÊN CIZÎRÊ RE BIBIN YEK'
Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp got ku ji raya giştî daxwazên wê hene û axaftina xwe wiha domand: “Pêwîst e, gelên Tirkiyeyê bi êşên Cizîrê re bibin yek. Dema di wijdan, aqil, refleks de yekîtiyek çêbibe, em wiha dihizirin ku wê komkujî û windahiyên nû çênebin. Ger ev êş neyê parvekirin, wê komkujiyên nû çêbibin.”