Xizmên windayan li Amed, Êlih û Geverê çalakî pêk anîn
Li Amed, Êlih û Geverê xizmên windayan çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û xwestin winda bên dîtin û kiryar bên darizandin.
Li Amed, Êlih û Geverê xizmên windayan çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û xwestin winda bên dîtin û kiryar bên darizandin.
Li Amed, Êlih û Geverê xizmên windayan çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û xwestin winda bên dîtin û kiryar bên darizandin. Di çalakiya Amedê teqîna di 12'ê Îlona 2006'an pêk hat û jê 7 zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û hat gotin ku bêyî kiryar bên darizandin dixwazin dozê bigirin. Li Geverê jî li dijî doza Nezîr Tekçî ya duh bi beraetê bi encam bû dan.
AMED
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya hefteya 344'an li Parka Koşuyolu li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesê hatin qetilkirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberê û endamên ÎHD'ê, xizmên windayan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxwaza kiryarên Cemal Geren ê ku di sala 1991'an de li navçeya Cizîrê got "Ez ê biçim xebatê" ji malê derket û 25 roj şûn ve cenazeyê wî li nêzî gund hat dîtin bên cezakirin. Parêzerê ÎHD'ê Rehşan Bataray komkujiya Cizîrê bibîr xist û wiha got: "Li Cizîrê înfazên di şer de neyên kirin pêk anîn. Mînaka hovîtiyê cenazeyê di sarincê de dihate girtin bû." Bataray teqîna di 12'ê Îlona 2006'an a li Parka Koşuyolu pêk hat û di encama teqînê de 10 kesên jê 7 zarok jiyana xwe ji dest dan jî bibîr xist û got hê kiryar nehatine darizandin.
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Nîgar Kocaman jî çîroka Cemal Geren ê ku di sala 1991'an de ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê got "Ez ê biçim xebatê" ji malê derket û piştî 25 rojan cenazeyê wî hat dîtin vegot. Kocaman anî ziman ku malbata Geren ji ber ku di salên 90'î de cerdevanî qebûl nekir ji gundê Çaglayanê hatin navenda Cizîrê. Kocaman da zanîn ku li wir jî malbat rastî zextên dewletê hat û gelek caran birayê Mehmet Geren hat binçavkirin û rastî gefên îtîrafkar Abdulhakîm Guven, Adem Yakîn hat û li ser vê yekê malbata Geren koçberî Stenbolê bû û piştî li vir jî Mehmet Geren hat binçavkirin koçî Meletî bû.
Kocaman çîroka Geren wiha vegot: "Cemal Geren jî di sala 1991'an de di hema sibatê de got 'Ez diçim xebatê' ji malê derket. Pişt malbatê ti agahî jê negirtin serî li xizm û dostên wî da. Lê 25 rojan ti agahî ji Cemal negirtin. Di roja 25'an li gundên derdorê cenazeyek ji aliyê welatiyan ve hat dîtin û ji polîsan re agahî hatibû dayîn. Rayedarên polîsan ji welatiyan gund re gotin çalekê vekin û cenaze veşêrin lê piştî nasname li ser derket hat fêmkirin Cemal Geren e û welatiyên malbat Geren nas dikir cenaze birin nexweşxaneyê. Cenazeyê Geren li nexweşxaneyê teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê wê demê ji ber tirsê ti hewldanên hiqûqî nekirin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi heman armancê ÎHD'ê û xizmên windayan li Kolana Gulîstan çalakî li dar xistin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagadir bal kişand ser şerê didome û wiha got: "Heke pevçûn wisa berdewam bikin tenê aliyên şer dikin na wê hemû civak teslîmî şereke navxweyî bibe. Riya ji vê şîdetê derkeve tenê aştî ye." Bagadir anî ziman ku careke din aqûbeta kesên hatin windakirin dipirsin û divê kiryar bên darizandin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê jî xizmên windayan û ÎHD'ê li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên hatinê hatin qetilkirin û hatin windakirin hilgirtin. Rêveberên HDP, DBP û rêxistinên sivîl ên civakî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ê ku 24'ê Sibata 1994'an ji aliyê JÎTEM'ê ve li nêzî gundê Manîsê piştî îşkenceyê hat qetilkirin hat vegotin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Îsmaîl Akbulut bertek nîşanî doza Nezîr Tekçî yê di sala 1995'an de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin biryara beraetê da û wiha got: "Dadê dîsa jî biryarekî me matmayî nekin da. Kiryarên dozê bi awayekî zanebûn hatin beraetkirin. Li gel hemû şahidan kiryar hatin parastin."
'DIRANÊN WÎ HILKIRIN Û ÇAVÊN WÎ DERXISTIBÛN'
Piştre Tayyûp Canan çîroka Yilmaz wiha vegot: "Zekî Yilmaz di 01'ê Tîrmeha 1963'yan de hat dinê û bavê 6 zarokan bû. Kesekî hemû kesî jê hez dikir û ti zerara wî jî ti kesî re çênebibû. Yilmaz di sala 1994'an de hat binçavkirin û piştî îşkeceyên gelek giran serbest hat berdan. Piştî 10 roj şûn ve ji aliyê JÎTEM'ê ve hat girtin û li gel hemû lêgerînan nehat dîtin. Piştî 3 roj şûn ve li nêzî gundê Manîsê cenazeyê wî bi awayekî îşkencekirî, diranên wî hatin hilkirin û çavên wî hatin derxistin û bi 60 guleyan hat qetilkirin hat dîtin."
Canan anî ziman ku Yilmaz ji aliyê çeteya Geverê ve hat qetilkirin û wiha axivî: "Heya ew çete tê darizandin em ê li pey wan bin. Nêzî 21 salin me doz vekiriye lê hê me ti bersiveke erenî nedaye. Berevajî vê yekê 20 roj berê doz demborî bû."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.