TJK-E û KCD-E: Bila gelê me rê nede faşîzmê

TJK-E û KCD-E gotin, "Bêyî rûdana provokasyonan, gelê me wê rê nede faşîzmê. Li dijî nîjadperestî, mîlîtarîzm û şerxwazan, bi aştî, azadî û biratiya gelan re wê bi eniya demokratîk-şoreşger re berxwedan were xurtkirin."

TJK-E û KCD-E gotin, "Jin û ciwanên Kurd wê gelê Kurd li hemberî êrîşên faşîst biparêzin. Ji bo vê jî wê tedbîrên pêwîst bigirin. Di vê çarçoveyê de girîng e her kes hay ji xwe hebe. Bêyî rûdana provokasyonan, gelê me wê rê nede faşîzmê. Li dijî nîjadperestî, mîlîtarîzm û şerxwazan, bi aştî, azadî û biratiya gelan re wê bi eniya demokratîk-şoreşger re berxwedan were xurtkirin."

TJK-E û KCD-E bi daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar re bibîr xistin, ku bi rojane li Kurdistanê bi destê dewletê komkujî dewam dikin û li Tirkiyeyê jî li dijî Kurdan hewldanên lîncê, êrîşên nîjadperestî û şovend tên meşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li hemberî vê pêla teror û êrîşan, Kurdên li Ewropayê dijîn nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dane, xwedî li mafê xwerêveberiyê yê gelê Kurd derketine û ev yek silav kirin. TJK-E û KCD-E gotin, "Hemû çalakiyên gelê Kurd û dostên wan di çarçoveyeke demokratîk de hatine kirin û ji bo dengê Cizîr, Bismil, Farqîn û Agirî bigihîne cîhanê, hatine lidarxistin. Bi van çalakiyan re haya gelek saziyên çapemeniyê, partiyên siyasî û raya giştî ya Ewropayê ji komkujiyên li Kurdistanê çêbûye.

Dewleta ku dixwaze zilm û komkujiya li gelê Kurd dike veşartî bimîne, komên xwe yên nîjadperest ên li Ewropayê sor kir û bi rêya wan êrîşî Kurdên mafê xwe yê demokratîk bi kar tînin, dike.

Li Hannoverê, di êrîşa li hemberî esnafên Kurd de, koma nîjadperest kêr li qirika ciwanekî Kurd ê dixwest pêşî li êrîşê bigire, xist. Ev rêbaz, rêbaza DAIŞ'ê tîne bîra mirovan. Çawa ku li Cizîrê mirov bi derba li serî hat xistin re hatin qetilkirin, li vir jî heman rêbaz tê bikaranîn. Li bajarê Swîsre Bernê jî, komeke faşîst a bi wesayîtê ket nava girseyê, pê li 3 ciwanan kir û ew bi giranî birîndar kir. Li dijî van êrîşa divê Kurd li her cihê lê ne, nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin.

Jin û ciwanên Kurd wê gelê Kurd li hemberî êrîşên faşîst biparêzin. Ji bo vê jî wê tedbîrên pêwîst bigirin. Di vê çarçoveyê de girîng e her kes hay ji xwe hebe. Bêyî rûdana provokasyonan, gelê me wê rê nede faşîzmê. Li dijî nîjadperestî, mîlîtarîzm û şerxwazan, bi aştî, azadî û biratiya gelan re wê bi eniya demokratîk-şoreşger re berxwedan were xurtkirin."