Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêma Sirîn, Qereqozak û Eyn Îsa çeteyên DAIŞ’ê hewl dane ku êrîşan pêk bînin, lê li ser bersiva şervanên YPG’ê hemû hewldan têk çûne û wesayîteke leşkerî hatiye desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Çeteyên DAIŞ’ê li nêzîkî bajaroka Sirîn a giredayî Kantona Kobanê hewldan êrîşek li dar bixin.
Komê çeteyan hewl dan êrîş bînin li ser gundê Qulan ê giredayî bajaroka Sirîn. Komên çeteyan ku bi maşîneyek leşkerî dixwestin bikevin qadên di bin serweriya hêzên me de bi bandor hatin lêdan. Piştî pevçûneke kurt a li vê qadê çeteyan maşîneya ku pê hatibûn jî hiştin û ji qadê revîn. Maşîneya leşkerî ket di destê hêzên me.
Çeteyên DAIŞ’ê şevê din heta nêzî gundê Qereqozax hatin û li hemberî çeperên hêzên me ji dûr ve fîşek teqandin. Piştî ku hêzên me bersiv dan, çete neçar man ji qadê birevin.
Çeteyên DAIŞ’ê şevê din heta nêzî gundê Haşêe yê ku dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa hatin û li hemberî çeperên hêzên me ji dûr ve fîşek teqandin. Piştî ku hêzên me bersiv dan, çete neçar man ji qadê birevin.”