Sariyildiz: Cizîr birîndar e, lê serbilind e
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ji her kêliya berxwedana Cizîrê re şahidî kir got, "Cizîr gelekî birîndar e, lê ewçendî serbilind e. Nehişt rûmeta wê bê binpêkirin."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ji her kêliya berxwedana Cizîrê re şahidî kir got, "Cizîr gelekî birîndar e, lê ewçendî serbilind e. Nehişt rûmeta wê bê binpêkirin."
Berxwedana gelê Cizîrê û xeleka piştgiriyê ya 3 roj in li dora Cizîrê hatiye gerandin, qedexeya derketina derve ya di 4'ê Îlonê de hatibû îlankirin, rakir.
Hêzên çekdar ên dewletê, ku ji 4'ê Îlonê û vir ve herî kêm 23 mirov qetil kirin, tevî rabûna qedexeya derketina derve jî hînê gefê dixwin. Ketin û derketina navçeyê hînê di bin kontrola hêzên çekdar ên dewletê de ne.
Ji danê sibehê ve bi sedan mirovan xwe gihandin Cizîrê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên pê re jî gihîşt navçeyê.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li pêşiya navçeyê girseya gel pêşwazî kir got, "Bi sedan kes diherikin Cizîrê."
Sariyildiz wiha axivî: "Cizîr gelekî birîndar e. Me zêdeyî 20 mirovên xw winda kir. Bi dehan birîndar hene. Nêhiştin mirov pêwîstiyên xwe yên herî însanî jî tedarik bikin. Lê belê bi rojan li dijî çekên giran ên dewletê li ber xwe da. Ji ber vê yekê bi rûmet e, ji ber vê yekê serbilind e. Cizîrê berdêleke gelekî giran da, lê di îmtihanê de bi ser ket. Li hemberî polîtîkayên qetlîamker ên dewletê teslîm nebû. Nehişt rûmeta wê bê binpêkirin.
Pêwîstiyên Cizîrê bi gelek tiştan heye. Mirov 10 rojan ji jiyanê hatin qutkirin. Hewl hat dayîn çavkaniyên jiyanê li ser wan bên birîn. Lê belê hat dîtin ku ev polîtîka bi ser nakeve.
Cizîr dikare bibe navnîşana destpêkeke nû. Ji niha û pê ve jî em ê li cem Cizîrê bin, em ê pê re bin."