BI DÎMEN

'Rê di bin kontrola gerîla de ne'

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt got, "Xeta ji Geliyê Dostkî heta Oremarê, ji 10'ê Tebaxê ve di bin kontrola gerîla de ye."

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt got, "Xeta ji Geliyê Dostkî heta Oremarê, ji 10'ê Tebaxê ve di bin kontrola gerîla de ye."

Fermandarê HPG'ê anî ziman ku beşeke mezin a Şemzînanê di bin kontrola gerîla de ye û rêyên Colemêrg, Gever, Çelê û Şemzînanê ji aliyê gerîla ve tên kontrolkirin.

Amed Malazgîrt got, "Eger gerîla çalakiyên bersivdayînê nekiribûya, wê li hemberî gel êrîşên mezintir bihata kirin" û destnîşan kir ku çalakiyên gerîla ji aliyê leşkerî û siyasî ve encamgir in.

Malazgîrt diyar ir ku eger dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê êrîşên xwe zêde bikin wê şer kûrtir bibe û got, "Em ne alîgirê şer in, lê belê êrîş ji ku û çawa tê bîla were, em ê bi parastina xwe re bersiva pêwîst bidin. Gerîla şerê parastinê dimeşîne, neketiye nava êrîşê. Mînak; me li hemberî qereqolên parastina xwe qels in, çalakî nekirin."

Malazgîrt da zanîn ku li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê wê şer berfireh bibe û bang li ciwanên li metropolên Tirkiyeyê kir ku bikevin nava parastina rewa.

Amed Malazgîrt got, "Di destêm e de cenazeyê leşker heye, eger heyetên sivîl bixwazin dikarin werin werbigirin" û diyar kir ku artêşa Tirk windahiyên leşkeran vedişêre. Malazgîrt der barê çalakiya li Oremarê de agahî da û bang li gelê Geverê kir, ji bo berxwedanê mezin bike.

Amed Malazgîrt ji ANF'ê re wiha axivî:

"Zêdeyî 2 sal in agirbest hebû. Piştî şerekî giran ê navbera salên 2011-2012'an de Rêberê me ket dewrê. Berdêla wê ji aliyê me ve jî giran bû, lê êrîşên dewleta Tirk bi giranî hatin şikandin. Dûre dewletê bi Rêberê me re hevdîtin kir û Rêbertî ev şer sekinandin. Weke tevgera me ya Rêberê me got bi cih anî. Ji aliyê me ve agirbest demdirêj bû û rêxistina me berpirsyariyên xwe bi cih anî. Tevî tehrîk, provokasyon û êrîşên dewletê jî agirbestê zêdeyî du salan dewam kir.

ERDOGAN BIRYARA ŞER DA

Bi taybetî bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re AKP û Erdogan têk çûn. Li ser vê yekê pêwîstî pê dîtin ku rojeveke nû biafirînin. Ji bo wergirtina dengên faşîst û neteweperestan êrîşî gelê Kurdistanê kirin. Ji bo vê jî zimanê xwe tûj kirin û di pratîk de biryar aşer dan. Ji xwe ji havîna par ve biryara vî şerî dabûn û amadekariyên wê kiribûn. Dixwestin cihên serdest ên li çiyayên Kurdistanê bi dest bixin di nava pêvajoya agirbestê de.

Em pê hesiyan ku amadekariya êrîşeke mezin tê kirin. Me dît ku Erdogan û AKP niyeta xwe ne çareserî ye, amadekariya şer e. Li hemberî êrîşan me jî dest bi amadekariyên xwe kirin.

ME BERSIV NEDABÛYA WÊ ÊRÎŞÎ GEL BIKIRA

Îlaneke şer tinebû. Lê belê rojev diyar bû, dewlet wê bi ser gerîla û ciwanan ve biçûya. Êdî ev zelal bûbû. Ji xwe encamên hilbijartinên nepejirandin, hînê jî napejirînin. Ji bo careke din însiyatîfê bixin destê xwe, ji bo xwe weke pêwîstiyekê nîşanî civakê bide, ji bo dewamkirina dîktatoriya xwe her şêwe rêbaz dicebirandin. Gel ev qebûl nekir. Dûre êrîşên hewayî dan destpêkirin.

Xwestin vîna gel û PKK'ê bişikînin, baweriya xwe bi vê anîbûn. Rojê 120, 130 êrîşên hewayî kirin. Piştî çend rojan dîtin ku windahiyên me ne li gorî bendewariyên wan e. Gerîla tedbîr girtibû, li hemberî êrîşên bi vî rengî ji xwe gerîla her tim bi tedbîr e. Êrîşên hemû teknîkên modern pûç bûn. Eger li hemberî van êrîşan çalakiyên bersivdayînê yên gerîla nehatibûna kirin wê êrîşên mezintir li hemberî gel bikirana. Gerîla li her qada lê, li dijî van êrîşan bersiva pêwîst da.

ŞER WÊ GIRANTIR BIBE

Dûre rojeva hikûmetê guherî. Bi bersivdayînên gerîla re derket holê ku rojev û propaganda wan afiandine, fiyasko ye. Gerîla li hemberî êrîşan xwe parast û bersiva êrîşan da. Li temamiya Kurdistanê însiyatîf di destê hêzên gerîla de ye. Çalakiyên gerîla ji aliyê siyasî û leşkerî ve encamgir in, bi bandor in û di bin kontrola rêxistinê de dimeşin.

Xuyaye wê şer dijwartir bibe. Em ne alîgirê şer in, lê belê êrîş ji ku û çawa tê bila were em ê xwe biparêzin û bersiva pêwîst bidin. Gerîla ji xwe şerê parastinê dimeşîne, hînê bi temamî neketiye nava êrîşê. Bi kontrol li cihê pêwîstî pê dibîne çalakiyên bersivdayînê pêk tîne. Xuyaye li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê wê şer mezintir bibe.

RÊ DI BIN KONTROLA GERÎLA DE NE

Dema me xwe ji bo pêngava Şedî Reşît Serdar amade dikirin, qereqol û gir ne di hedefa me de bûn. Li aliyekî, parastina gel bi taybetî jî ciwanan li dijî van êrîşan û dagirkeriyê hebû. Me jî bi vê pêngavê re li hemberî êrîşên li dijî gel rê birîn û ji bo pêşî li veguhastin û êrîşên mezintir bigirin dest bi vê pêngavê kirin. Li şûna êrîşê me, ji bo pêşîgirtina li hêzên teqwiye û destwerdanê, parastin afirand. Rêyên Colemêrg-Çelê, Gever-Oremar û Gever-Şemzînan ji aliyê gerîla ve hatin kontrolkirin û bi vî rengî me li dijî êrîşên li hemberî gel, rewşeke parastinê derxistin holê.

LI HEMBERÎ QEREQOLÊN PARASTINA XWE QELS IN, ME ÇALAKÎ NEKIR

Ji xwe me got eger hêza leşkerî ji qereqolan dernekeve, êrîşî gel neke wê şer rû nede. Me jî êrîş nekir, hin qereqol parastina xwe qels in, me dikarîbû êrîş bikira. Lê belê armanca me ne ev bû. Armanca me mayîna li hawirdorê û parastina gel bû.

Ji bo otorîteya dewlet û artêşê neheje, dibe ku zêde nayê nîşandan. Lê ji 10'ê Tebaxê û vir ve ev rê hemû di bin kontrola gerîlayên me de ne. Şemzînan bi xwe demekê di bin kontrola gerîla de bû û hînê beşeke mezin di bin kontrola gerîla de ye. Ji bo şikandina vê vîna xurt a gerîla me texmîn dikir wê dijmin êrîş bike. Mînak; ji bo vekirina rêya Çelê gelek caran operasyon kir bi maşînên zirxî. Ev wesayîtên zirxî hatin beralîkirin. Bi israr dewam kiri, lê belê neçar man xwe ji ber gerîlayên me vekişînin.

Niha dijmin nikare ji rêya Çelê hêzê veguhezîne, nikare ji hewa jî bike. Ev herêm bi temamî di bink kontrola gerîla de ye. Bi taybetî xeta ji Geliyê Dostkî heta Oremarê ji 10'ê Tebaxê ve di bin kontrola gerîla de ye. Dijmin çend caran xwest vê xelekê bişikîne, lê bi ser neket. Bi taybetî bi polîsên tevgera taybet, yekîneyên ji Bolû û Kayserî, bi wesayîtên zirxî, ji hewayê jî bi kobra, skorsky û balafiran êrîş kirin. Ji 10'ê Tebaxê ve li vir şerekî giran heye. Di her êrîşê de artêşa Tirk şikest, lê çapemeniyê nîşan neda. Li vir berxwedaneke mezin a gerîla hat nîşandan. Dijmin dixwaze bi israr vê xetê veke, lê hêzên me yên gerîla destûrê nadin.

GELIYÊ DOSTKÎ DI BIN KONTROLA ME DE YE

Dijmin di 14'ê Tebaxê de operasyoneke mezin kir. Hevalên me bersiveke bi bandor dan û li gorî bi çav hat dîtin 15 leşker mirin, gelek jî birîndar bûn. Hêzên dijmin ên ji aliyê hêzên me yên gerîla ve ji herêmê hatin derxistin, demeke dirêj nekarî bên herêmê. Xuya bû ku amadekariyê dikin. Ji 1'ê Îlonê û pê ve li Geliyê Dostkî şerekî dijwar qewimî, teknîkên herî modern ên di destê xwe de bi kar anîn. Ji hewayê jî êrîş kirin, lê belê ev êrîş bi çalakiyên bi bandor ên gerîla hatin şikandin. Hînê Geliyê Dostkî di bin kontrola hevalên me de ye. Em bawerin ku êrîş çiqasî werin kirin jî wê bên şikandin.

Di esasê xwe de di navbera salên 2011-2012'an de Şehîd Reşît Serdar pêşengî ji vê pêngavê re kir, herêm bi temamî xistibû bin kontrolê û bi vî rengî dewam dikr. Em ê vê pêngavê bi ser bixînin. Berxwedana li Geliyê Dostkî bi xwe re serketinên mezin anî. Şer ne tenê li vê herêmê heye, li Şemzînan û derdora wê jî çalakiyên gerîla didomin.

ME DESTÛR DAN CENAZEYAN RAKIN

Rewşa moralê ya gerîla di asta herî bilind de ye. Çeperên gerîla xurt in. Artêş ibi temamî jî bê, hevalên me bi biryar in êrîşan bişikînin. Çalakiya dawî ya gerîla jî îspata vê ye. Artêşeke ji teknolojiya herî dawî, li Geliyê Dostkî hat şikandin. Hevalên me dan xuyakirin, ku hêzên dijmin nikarîbû cenazeyên xwe rakin. Walî bi heyeta sivîl re hevdîtin kir. Heyetên sivîl hatin cem hevalên me. Li ser daxwaza heyeta sivîl tevgera me, ji ber ku siyaseta li ser cenazeyan rast nabîne, destûr da ku cenaze bên rakirin.

DI DESTÊ ME DE CENAZEYÊN LEŞKER HEYE, BILA HEYETÊN SIVÎL BIKEVIN DEWRÊ

Di şerê duyemîn de, ji ber ku roja 3'ê Îlonê teknîk bi zêdehî hat bikaranîn 2 hevalên me şehîd ketin, hevalekî me birîndar bû. Ji 1'ê Îlonê heta 5'ê Îlonê ti windahiyên me nebûn. Di êrîşên 6'ê Îloonê de ti windahî û birîndarên me nebû. Wesayîtên zirxî yên hatin, hatin rûxandin, cebilxaneyên leşkerî yên li vir hatin rakirin û herêm di bin kontrola gerîla de ye. Yek ji cenazeyên dijmin li herêma di bin kontrola hevalên me de ye. Em ê nav û agahiyên vî leşkerî bi raya giştî re parve bikin, eger heyeteke sivîl bixwaze em ê cenaze radest bikin. Xuyaye dijmin windahiyên xwe aşkera nake, vedişêre.

Mînak yek ji konvoyan hînê xwe negihandibû, li 3 cihên cuda çalakiya sabotajê li hember hat kirin. Leşkerên li vir mirin çi bû ji wan, çima nayên aşkerakirin? Ya ku ji çapemeniyê re hat ragihandin; 15 leşkerên di konvoya destpêkê de mirni e. Windahiyên di tank û wesayîtên zirxî yên din hatin veşartin.

GELÊ GEVERÊ HER TIM PÊŞENGTÎ KIR

Li hemberî êrîşên giran ên artêşa Tirk gelê Geverê dest ji taxên xwe berneda, li ber xwe da. Em vê berxwedana gelê Geverê pîroz dikin. Em bawerin ku gelê Geverê wê mîna demên bihurî ji niha û pê ve jî li dijî êrîşên dijmin qat bi qat bersivê bide, qadên xwe biparêze û li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe bide Hêzên gerîla wê Geliyê Dostkî neterikîne û hemû êrîşên werin kirin wê bên şikandin.

BILA CIWANÊN LI METOPOLAN BIKEVIN REWŞA PARASTINA REWA

Dijmin li her cihî gelê Kurd hedef digire. Li metropolan dikanên gelê me dişewitîne, talan dike, dikuje. Divê ciwanên Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin, mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne, bersivê bide êrîşan. Di serî de gelê Geverê, tevahiya gelê Kurdistanê girîng e li dijî êrîşan li ber xwe bide û rê nede êrîşan.

Bila dilê her kesî rehet be. Yê di vî şerî de bi ser bikeve, wê azadîxwaz bin. Em berxwedana gelê Kurd a di vê rewşa hesas de li dijî dijmin nîşan dide, pîroz dikin."