Polîsên Tirk li Cizîrê marketan talan dikin
Li Cizîrê ji ber dorpêça polîsan welatî bê av û zexîre man û polîs bi wesayîtên zirxî hin marketan bi zorê vedikin û talan dikin. 3 welatiyên derketin kolanan jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji 4'ê Îlonê heya niha biryara qedexekirina kolan didome û welatî bi rojanin bê ava û nan in. Ligel vê yekê polîs hin marketan bi zorê vedike û bê pere dest danîn ser alav û amûrê di marketan de. Polîsan berê li firinên nan bê pere dest danîn ser nan û vê carê jî li Kolanan Orhan Dogan bi zorê market vekirin û dest danîn ser alavên di marketê de. Welatiyên dîtin ku market vekiriye ji bo hewcehiyên xwe pêk bînin hatin marketê. Welatiyên ji bo kiryarê hatin marketê rastî gotinên polîsên di wesayîtên zirxî de dimînin ên "Hûn vê yekê heq dikin" û "Hûn çima xwedî li dewleta xwe dernakevin?" hatin û polîsan heqareta û dijûn li welatiyan da.
Li bajar şebekeyên hin GSM'yan hatin û ji ber welatî zêde lêgerînê dikin xet nakevin. Hate zanîn ku hin welatiyên derketin kolanan jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Welatiyên bi navê Adîl Çomlek, Mahsum Çomlek û Metîn Cîlasin ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
CMK'ê ji bo parêzer tevlî îfadeyan bibin geriyan lê parêzeran got polîs hemû kesê derdikevin derve qetil dike û wiha bertek nîşan dan: "Li cihê hiqûq rakirin rafê em dê çawa parastinê bikin."