Polîsan li Kopê 2 zarok birîndar kirin
Li navçeya Kopê ya Mûşê polîsên rastî berxwedana gel hatin derdor rasterast di bin bombeyên gazê de hiştin û du zarokên 7-5 salî birîndar kirin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê polîsên rastî berxwedana gel hatin derdor rasterast di bin bombeyên gazê de hiştin û du zarokên 7-5 salî birîndar kirin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê polîsên rastî berxwedana gel hatin derdor rasterast di bin bombeyên gazê de hiştin û du zarokên 7-5 salî birîndar kirin.Li Taxa Şehîtlîk a navçeya Kopê ya Mûşê polîsan xwest bi wesayîtên zirxî bikevin taxê lê rastî berxwedana gel hatin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî berxwedanê kirin û tax di bin bombeyên gazê de hiştin. Di encama êrîşa polîsan de Suna (7) û Kadîr Oner (5) ji ber kapsulên bombeyên gazê yên li serê wan ketin birîndar bûn. Welatiyan zarok rakirin nexweşxaneyê û di navbera polîs û ciwanên taxê de pevçûn berdewam dikin.
Polîs di êrîşê de dem dem guleyên rast jî bi kar tînin û ciwan jî bi xweparastinê bersivê didin. Zarokên birîndar bûn tehlûkeya jiyana wan tineye. Dapîra zarokan Herdem Oner diyar kir ku di dema pevçûnê de li salona malê bûn û polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin malê. Oner anî ziman ku ji ber gaza zêde bi zorê xwe avêtin derve û neviyên wê di nava xwînê de man û ji ber tirsê ji ser hişên xwe çû.
Hate zanîn ku zarokên rakirin nexweşxaneyê rewşa wan baş e û dermankirina wan didome.