NAV-DEM'ê ji bo mîtînga li Hannoverê bang kir

NAV-DEM'ê got, "Ji bo meş û mîtînga me ya îro saet di 12:00 a li Steintor Platz a Hannoverê, em banga beşdariyê li Kurd û dostên wan ên li Oldenbûrg, Bremen, Hannover, Kîel, Hambûrg, Kassel, Gottîngen, Salzgîter, Hîldesheîm û Peîne dikin."

NAV-DEM'ê der barê êrîşên li hemberî Kurdên li Ewropayê de daxuyaniyek weşand û got, "Ji bo meş û mîtînga me ya îro saet di 12:00 a li Steintor Platz a Hannoverê, em banga beşdariyê li Kurd û dostên wan ên li Oldenbûrg, Bremen, Hannover, Kîel, Hambûrg, Kassel, Gottîngen, Salzgîter, Hîldesheîm û Peîne dikin."

NAV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku faşîzma AKP û DAIŞ'ê, piştî têkçûna li Şengal, Kobanê û Rojava û li dû windakirina hilbijartinên 7'ê Hezîranê dîn û har bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tayyîp Erdogan li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd hemû derfetên dewletê bi kar tîne û li hemberî gelê Kurd şerekî qirêj daye destpêkirin. NAV-DEM'ê got, "Bi şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi bombekirina qadên gerîla, bi operasyonên qirkirina siyasî û qetilkirina sivîlan re dixwaze serî li Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd bitewîne. Bi berxwedana bi heybet a gelê Kurd bi taybetî jî gelê Cizîrê re faşîzma AKP'ê careke din winda kiriye."

NAV-DEM'ê diyar kir ku bi fermana dîktator Tayyîp Erdogan re çeteyên AKP'ê yên li Ewropayê li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdan ketine nava tevgerê û got, "Çeteyên AKP'ê di meşeke xwe ya li bajarê Elmanya Hannoverê de, mîna kujerên DAIŞ'ê tekbîr anîne û bi kêrê qirika ciwanekî me yê ji Qamişlo Mazlûm Omer jê kirine. Di serî de Elmanya divê hemû hêzên navneteweyî vê bizanibin, ku faşîzma AKP'ê ya li Rojhilata Navîn bi rêya DAIŞ'ê mirov serjê dikir, li navenda Ewropayê bi rêya çeteyên xwe qirika Kurdekî ji Rojava jê kiriye.

Weke NAV-DEM'ê, di serî de gelê Kurd divê hemû dostên me, bi navendên xwe yên civakî û dostên xwe re sibe bi dirûşmeya 'Em rê nadin faşîzma AKP'ê' dakeevin kolanan. Pêwîste em bi çalakiyên aştiyane û demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Girîng e hemû navendên me yên civakê û rêveberên me nerazîbûnên xwe bi şêweyê aştiyane û demokratîk nîşan bidin, sazî û kargehên xwe biparêzin. Di serî de cîhana rojava û dewleta Elman em vê bangê li saziyên navneteweyî dikin; Heta roja îro AKP'ê bi rêya DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn mirov serjê dikir. Lê niha bi fermana dîktator Tayyîp Erdogan çeteyên AKP'ê li Ewropayê dest bi jêkirina qirika mirovan kirine.

Weke NAV-DEM û hemû pêkhateyên wê, ji bo meş û mîtînga me ya îro saet di 12:00 a li Steintor Platz a Hannoverê, em banga beşdariyê li Kurd û dostên wan ên li Oldenbûrg, Bremen, Hannover, Kîel, Hambûrg, Kassel, Gottîngen, Salzgîter, Hîldesheîm û Peîne dikin."