Nasnameya du gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin

Fermandariya HPG’ê ya Şengal, nasnameya gerîlayên bi navê Kawa Sîne û Lewend Qamişlo yên 9 Îlonê li qada Gabara ya Şengalê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal, nasnameya gerîlayên bi navê Kawa Sîne û Lewend Qamişlo yên 9 Îlonê li qada Gabara ya Şengalê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “9’ê Îlonê li qada Gabara ya girêdayî Şengalê di pevçûneke  saet 04.00’an de heval Kawa Sîne û Lewend Qamişlo bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.

Hevalê Kawa, gel ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di destpêka fermana Şengalê de rizgar kir. Ji bo avakirina cihê bi ewle, ji roja destpêkê ve cihê xwe her tim li çeperên pêş girt. Tevlî gelek çalakiyan bû û derbeyên giran li çetayan da. Hevalê Kawa milîtanekî bi sekna xwe ya têkoşîna azadiyê, ji tevlîbûna xwe ve wêrêk, çalak, fedakar û her tim performansek aktîf a sekna fermandarekî raber kir. Di pêngava rizgarkirina Şengalê de jî her tim bi awayekî aktîf tevlî çalakiyan bû. Tevlîbûn û wêrektiya wî ji gelek hevalan re bû mînak. Ji roja tevlî têkoşîna rizgarbûna Şengalê bû ti astengî nas nekir û bi îdîa heta roja dawî ev biryarbûna xwe parast. Ev îdîa û biryarbûna Hevalê Kawa wê di têkoşîna rizgarkirina Şengalê de jî ji me re bibe hêzêk mezin.

Hevalê Lewend Qamişlo tevlî pêngava azadikirina Şengalê bibû. Ji roja ku hatibû tecrûbeya di têkoşîna azadiya Şengalê de derketibû holê ji xwe re kir hêz, bi fêrbûnê bi awayekî aktîf beşdar bû; bi coşa xwe ji hemû hevalan re bibû hêz û moral.

Hevrê Kawa Sîne û Lewend Qamişlo yên şehîd ketin, di têkoşîna azadkirina Şengalê de wê ji me re bibin ronî û hêz.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Nasnav: Kawa Sîne

Nav-Paş: Kewyan Selwatî

Cihê jidayikbûnê: Sîne

Navê dayik-bav: Esmet – Sebav

Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Îlona 2015 / Şengal

 

Nasnav: Lewend Qamişlo

Nav-Paşnav: Xelîl Xelîl

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Navê dayik-bav: Fatma - Aram

Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Îlona 2015 / Şengal

...