Meşa parêzeran a ber bi Cizîrê ve didome

Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) bi sedan parêzerên ji bo ji komkujiyan re bêjin `raweste' ketin rê, tevî astengiyan jî ber bi Cizîrê ve meşa xwe berdewam dikin.

Li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) bi sedan parêzerên ji bo ji komkujiyan re bêjin `raweste' ketin rê tevî astengiyan jî ber bi Cizîrê ve meşa xwe berdewam dikin.

Parêzer Hakan Gûnarslan ê di nav meşê de ye diyar kir di derketina Midyadê aliyê polîsan ve hatine astengkirin. Parêzer Gûnarslan got ku ji bo astengî rabe du saet û nîvan hevdîtin pêk anîn û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî ji bo astengî bê rakirin hatiye gel wan.”

'EM BI BIRYARIN XWE BIGIHÎNIN CIZÎRÊ'

Parêzerên di dema astengkirinê de çalakiya rûniştinê pêk anîn, piştre jî ber barîkata polîsan derbas kirin û meşa xwe berdewam kirin. Parêzer Gûnarslan da xuyakirin ku ji Midyadê heya Cizîrê bi qasî  5-6 kîlometreyan rêya asfalt meşiyane.

Parêzer Gûnarslan got,“200 parêzer em meşa xwe berdewam dikin. Bi taybet bi armanca ji bo hestyarbûneke ji rojava re em wek parêzer hatin. Em bi biryar in xwe bigihînin Cizîrê.”