Mehmet Erdogan ê 75 salî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

Piştî ku Walîtiya Şirnexê ragihand ku ew ê qedexeya derketina derve rake, duh bi şev li Cizîrê Mehmet Erdogan ê 75 salî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

Di encama berxwedana bênavbera a gelê Cizîrê ya ji 4'ê Îlonê û vir ve li dijî qedexeya derketina derve dimeşîne, Walîtiya Şirnexê duh êvarê diyar kir ku qedexeya derketina derve ya li Cizîrê wê ji îro saet di 07:00 û pê ve bê rakirin.

Duh tevahiya şevê heyetan hewl dan xwe bigihînin nava Cizîrê lê hatin astengkirin. Li Taxa Cûdî welatekiyekî din ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Bavê 5 zarokan Mehmet Erdogan ê 75 salî ku ji bo peydakirina nan duh bi şev derket derve, bi guleya polîsan a li serê wî ket, hat qetilkirin.

Cenazeyê Erdogan hînê li nava kolanê ye. Heyeta ket nava Cizîrê û gel li ser cenaze kom bû.