Li Sûrê gel li dijî êrîşên dewlet li ber xwe dide
Li Sûrê polîsên Tirk guleyan li taxan direşînin. Gelê ku qedexeyê nas nake, li kolanan li ber xwe dide. HDP û DBP'ê banga "Werin Sûrê û xwedî lê derkevin" li gel kirin.

Li navçeya Amed Sûrê, piştî ku derketina derve hat qedexekiri, polîsên tevgera taybet ên taxên navçeyê bi taybetî jî taxên Hasirli û Lalebey dorpêç kirin, bi wesayîtên zirxî hewl didin bikevin nava taxan. Saet di 04:00 ê ber destê sibehê, ji wesayîtên zirxî yên polîsan anonsa 'qedexeya derketina derve' hat kirin. Heman piştî anonsê polîsan gule li taxan reşandin. Li ser avahiyên bilind ên navçeyê jî sekvanên polîsan bi cih bûn.
Gelê herikî kolanan jî li ber xwe dide. Girseya gel bi qîrîna dirûşma "Bijî Berxwedana Sûrê" êrîşa polîsan şermezar dike. Gel derbasî pişt bendê hatine danîn bû û xwe diparêze. Li Taxa Hasirli, polîsên ku bi wesayîteke zirxî ketin nava kolanekê gule reşandin û ciwanekî 18 salî ji lingê wî birîndar kirin. Birîndar ji aliyê gel ve tê dermankirin.
Ji bo pêşî li komkujiyekê were kigirtin HDP'yî û DBP'yiyan heyetek ava kirin û berê xwe dan navçeyê. HDP'ê û DBP'ê bang li Amediyan kirin, ku bên navçeya Sûrê.