Li herêma operasyonê ya li Farqînê çalakiya mertalên zindî

Li herêma Dêrika Miqûrê ya navçeya Amed Farqînê, ku operasyon lê tê meşandin, şêniyên herêmê dest bi çalakiya mertalên zindî kir.

Li herêma Dêrika Miqûrê ya Farqînê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve weke "herêma ewlekariyê" hatiye îlankirin û operasyona leşkerî lê tê meşandin, gelê herêmê dest biçalakiya mertalên zindî kir. Ji ber bomberdûmana di dema operasyonê de hat kirin, li nêzî gundan şewat derket û şewata li herêmê dewam dike. Ketin û derketina ji gundan jî hat qedexekirin.

Li aliyê din, heyetek ji rêveberên DBP û HDP'ê, berê xwe da herêmê.