Li Hannoverê faşîstan ciwanekî Kurd bi giranî birîndar kirin

Faşîstên Tirk li bajarê Hannover ê Elmanyayê mîtîng li dar xistin, di vir de ciwanekî Kurd bi kêrê bi giranî birîndar kirin.

Faşîstên Tirk li bajarê Hannover ê Elmanyayê mîtîng li dar xistin, di vir de ciwanekî Kurd bi kêrê bi giranî birîndar kirin.

Îro li Hannoverê faşîstên Tirk li navenda bajêr mîtîngek li dar xistin. Hinek kesên hatibûn mîtîngê saet nêzî 14.30’an êrîşî Kurdan kirin. Di êrîşê de ciwanekî Kurd ji qirika xwe di encama derbeyên kêrê de bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyên polîsên Elman, êrîşkar li Kolana Stîftê di valatiya derenceya malekê de hat girtin. Polîs ji bo kêra di bûyerê de hatiye bi kar anîn bibîne li derdorê dest bi lêpirsînê kir.

Piştî bûyeran li bajar rewşek aloz heye.