Li Farqînê leşkeran welatiyên çûn şewata daristanê vemirînin gulebaran kirin

Li herêma Dêrikamniqûrê û Malaelikê ya Farqînê welatiyên ku ji bo şewata daristanan vemirînin çûn ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin.

Li herêma Dêrikamniqûrê û Malaelikê ya Farqînê welatiyên ku ji bo şewata daristanan vemirînin çûn ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin.

Li navçeya Farqîna Amedê di operasyona leşkerî ya ku ev 2 roj in li herêma Dêrikamniqûrê û Malaelikê ya berdewam dike de di encama gulebarana helîkopteran de şewat derket. Welatiyên ku xwestin biçin herêma operasyonê û şewata daristanê vemirînin jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Welatiyên ku ligel astengiyên leşkeran xwe gihandin cihê şewatê, şewat vemirandin. Piştî ku welatî vedigeriyan ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin.

Welatiyê bi navê Ahmet tepebaşi têkîldarî bûyerê ev tişt anî ziman: "Dema ku em li wesayîtê siwar dibûn em gulebaran kirin. Hin kesan xwe avêtin erdê û hin ji wan jî xwe li qiraxa rê veşartin. Hinekî wisa man û leşker sekinîn. Em jî hatin malên xwe." Tepebaşi diyar kir ku li gel ku sivîl bûn jî hatine gulebarankirin û nirxandina " em ji bo ku xwezaya me neşewite çûn ti armanceke me yê din tinebû" kir.