Li Cizîrê kesekî di dema êrîşan de krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê, Şahîn Açik ê 70 salî yê duh bi şev di dema êrîşa polîsan û tîmên taybet de krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê, Şahîn Açik ê 70 salî yê duh bi şev di dema êrîşa polîsan û tîmên taybet de krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê ku ji ber terora dewletê zêdeyî 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, mirin û birîndarbûnên ji ber terora hêzên dewletê dewam dikin. Piştî bavê 5 zarokan Mehmet Erdogan ê 75 salî li Taxa Cûdî dema ji bo nan derket derve bi guleya ji wesayîta zirxî hat berdan jiyana xwe ji dest da, li Taxa Nûrê jî welatiyê bi navê Şahîn Açik ê 70 salî, duh bi şev di dema êrîşan de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Açik, tevî cenazeyên welatiyên din rakirin mora Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Duh bi şev di encama gulereşandina ji wesayîtên zirxî û sekvanan de li Taxa Nûrê, ji heman malbatê Ferhat Yeşîl, Behiye Yeşîl û Bahaddîn Yeşîl birîndar bû. Hat ragihandin ku welatiyên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.