Li Bazidê 25 kes hatin binçavkirin

25 welatiyên ku di nav de Hevşaredarê Bazidê Rohat Ozbay jî heye ku ji bo rê li ber operasyona leşkerî ya li Çiyayê Agiriyê bibin çûbûn herêmê hatin binçav kirin.

25 welatiyên ku di nav de Hevşaredarê Bazidê Rohat Ozbay jî heye ku ji bo rê li ber operasyona leşkerî ya li Çiyayê Agiriyê bibin çûbûn herêmê hatin binçav kirin.

25 kesên ku ji bo rê li ber operasyona leşkerî ya li Çiyayê Agirî bigirin li herêma Elê ya Bazidê bûbûn mertalên zindî, ji aliyê leşkeran ve hatin binçav kirin û ew anîn Qereqola Jendermeyan a Navçeyê ya Bazidê. Hate zanîn ku di nav kesên hatine binçav kirin de Hevşaredarê Bazidê Rohat Ozbay, Hevserokê DBP'ê ya Navçeyê Nûrî Çelîk û endamên meclîsê yên şaredariyê jî hene.

Hate zanîn ku leşkerên ku operasyon bi dawî kirine ji Çiyayê Agiriyê vekişiyane.

Her wiha der barê nûçeya rojnameya Sabahê ya bi navê "Goristana PKK'ê hate xerakirin" servîs kiribû hate derewandin. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Mehmet Emîn Îlhan ku ew jî di qada operasyonê de mertalê zindî bû anî ziman ku ne goristan lê derdora goristanê hatiye bombebarankirin.