Karsazên Kurd: Em febrîqeyên xwe digirin û vedigerin welatê xwe!
Şîrketên Kurd ên li Stenbolê karê tekstîl barkêşî û înşeatê dikin, li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê biryara girtina kargehên xwe dan.
Şîrketên Kurd ên li Stenbolê karê tekstîl barkêşî û înşeatê dikin, li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê biryara girtina kargehên xwe dan.
Şîrketên Kurd ên li Stenbolê karê tekstîl barkêşî û înşeatê dikin, li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê biryara girtina kargehên xwe dan.
Şîrketan biryara xwe bi rêya ANF'ê ragihandin û destnîşan kirin, ku heta terora dewletê nesekine ew ê nexebitin.
Xwediyê Asya Tekstîl Serhat Dîkmen, der barê mijarê de bersiv da pirsên me.
'EM ÊRÎŞÊN AKP'E LENET DIKIN'
Sedema yekane ya wergirtina biryareke bi vî rengî, konsepta şer a AKP'ê ye?
Weke karsazên Kurd, ji bo nerazîbûna xwe ya li hemberî terora dewletê ya li hemberî gelê me yê li Kurdistanê bi taybetî jî li Cizîrê nîşan bidin, ji bo lenetkirina êrîşên dewletê û AKP'ê, em ê kargehên xwe yên kar betal bikin.
Em baceke zêde didin û naxwazin bi vî pereyî bombeyên li dijî gelê me tên bikaranîn werin kirîn. Li gorî me êdî dem hatiye ji her alî ve em li hemberî dijminatiya li Kurdan bêjin 'bes e'. Em nikarîbûn li pêşberî tiştên bi serê gelê me de tên, bêdeng bimana. Li hemberî dijminatiya Erdogan a li Kurdan dike, em gelekî bi hêrs in. Em nebûn modela Kurd a li gorî mejî û dilê wî, em ê nebin ew Kurd. Modela Kurd a li gorî mejî û dilê Erdogan; Mehmet Metîner, Orhan Mîroglû, Mûhsîn Kizilkaya, Mehdî Eker e. Em ê ti carî neşibin wan. Em ê ti carî nebin ew Kurdê ji cewhera xwe dûr ketiye, bûye xerîb û rûmeta xwe winda kiriye.
Kîjan şîrket wê li gorî vê biryarê tevbigerin?
Asya Tekstîl, Şîrketa Herdem Lîmîted a barkêşiya navneteweyî dike, Roza Tekstîl, Tekîn Înşaat û Koma Şîrketên Aydin. Bi pêşengiya van wê were kirin. Li Stenbolê bi qasî 25-30 fîrmayên me hene. Hevalên li Mersînê jî bi qasî 10 şîrketan re gotin, ew ê bi heman helwestê destekê bidin me. Tekîn Înşaatê niha beşek ji karê kolandinê yê pira 3. a Stenbolê wergirtiye. Lê belê wê dawî li vî karê xwe bîne. Eger em pêngavekê bikin, wê 100 fîrmayên din vegerin Kurdistanê.
'HETA KU TERORA DEWLETÊ NESEKINE EM Ê BACÊ NEDIN'
Di rewşeke çawa de hûn ê careke din bixebitin? Şertekî we heye?
Heta ku şer nesekine, terora dewlete ya li ser gelê me nesekine, em ê kargehan venekin û nekevin bin barê dayîna bacê. Ji xwe du roj piştî destpêkirina dorpêçiya li ser Cizîrê me karê xwe dan sekinandin û ev pênc roj in naxebitin. Heta şer nesekine em ê bacê nedin, em ê nebin parçeyeke ji vî şerî. Em ê nehêlin ku dewlet bi bacê re bombe û tankan bikire û li hemberî gelê me bi kar bîne.
Hûn biryardar xuya dikin. Baş e ji niha û pê ve hûn plan dikin çi bikin?
Ji aliyê mal, madî û manewî ve berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê li dijî serokatiya Erdogan, li dijî şerê AKP'ê derkevin. Em ê kargehên xwe bigirin û vegerin welatê xwe.
Çawa ku Erdogan 'pêvajoya çareseriyê' cemidand, em ê jî bacên xwe bicemidînin. Li welatê me erdê me heye, em ê pê re mijûl bibin. Em ê feydê bidin gelê xwe, tiştekî ku em karibin alîkariyê pê bikin hebe, em ê wê bikin.
'TRÎLYON NE XEMA ME YE, DOZA ME DOZA RÛMETÊ YE'
Di nava derdora karsazan de her çend car carna nêzîkatiyên hestyar ên li hemberî mijarên civakî tên nîşandan jî, mînakek ewçend xurt û rûniştandî nehatiye dîtin. Gelo bûyerên diqewimin ji bo we nuqteya 'êdî bese e' ye?
Me ji mirovên xwe yên li Şengalê re jî xwarin, pêlav û mama şandin. Lê belê wesayîtên me li Dîlokê hatin desteserkirin. Piştî 3 mehan malzeme hatin radestkirin. Piştî 3 mehan, di nava mehên havînê de gelo mirov dikare kincen zivistanê li xwe bikin? Em mirov in. Beriya her tiştî em mirov in. Divê mirov beriya her tiştî li rewşa yê li pêşberî xwe bifikire, xwe bixe şûna wan.
Salane bi qasî 15 trîlyon cîroya me heye. Eger em vê yekê disekinînin, êdî doz doza şeref, namûs û rûmetê ye. Me girtîgeh jî dîtin, me îşkence jî dîtin. Ya niha tê kirin qat bi qat ji yên salên 90'î girantir e. Êdî qezençkirin an jî neqezençkirina pere, meşandina karê bazirganiyê ji bo me ne girîng e.
'EM Ê KARKERAN MEXDÛR NEKIN'
Aliyekî din ê meseleyê jî heye. Mirovên li kargehên we dixebitin, wê mexdûr bibin?
Di nava yên ji kar hatine derxistin de hevalên me yên Kurd jî hene, yên Tirk jî hene. Mirovên me yên ji Derya reş jî hene. Me civîneke taybet lidar xistin û ji wan re gotin ku em ê biryareke wiha bidin. Me ji wan re gotin ku pêwendiya vê yekê bi mijara rûmetê ya gelê me heye. Me gotin ku em ê mijarên der barê tazmînatan de jî çareser bikin. Em gihaştin nêrîneke hevpar. Me berê hin karkeran dan fîrmayên din, berê wan dan fîrmayên em dizanin xwediyê wan çep-demokrat in. Em ê wan mexdûr nekin.
Êrîşên nîjadperestî yên demên dawî, bandora xwe li we jî kir?
Li Mersînê 2 TIR'ên me gelekî zerar dîtin. Êrîşî cihên me yên kar kirin, camên ofîsên me şikandin. Avahiyên me yên ji 17-18 qatan jî deriyên wan hatin şikandin. Ev yek ji bo me cihê fikar û gumanê ye. Ji xwe eger li hemberî avahiya navenda giştî ya partiyeke siyasî jî êrîş dikaribe were kirin, hingî me got em pirsgirêka xwe nekin derdekî mezin. Van rojan li Mersînê me û komên faşîst di bin kontrola polîsan de kontrola nasnameyan dikin. Hewl didin li Kurdan, li her kes ên esmer bixin. Sixêfan dikin. Her çend me bi çavê biratiyê li wan nihêrî, me bi têrkerî şens da wan jî, feyde li hin kesan nekir.