Jinan Rûken Demîr oxir kirin
Rûken Demîr a 18 salî ya polîsên Tirk ji wesayîtên zirxî ew gulebaran kirin û qetil kirin, li ser milê jinan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Li Taxa Fatîh a girêdayî Baglar a Amedê duh bi şev polîsên Tirk êrîş birin ser girseya ku êrîş û komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê pêk anî protestokirin. Polîsên Tirk ji wesayîta zirxî Rûken Demîr a 18 salî hedef girtin û qetil kirin. Cenazeyê Demîr piştî otopsiyê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Gazî Yaşargîl li ser milê jinan li wesayîta cenaze siwar kirin û anîn Goristana Yenîkoy.
Jinan cenazeyê Demîr heta cihê bê defnkirin li ser milên xwe hilgirtin û birin. Parlamenterên HDP’ê Çaglar Demîrel, Îmam Taşçier, ji KJA’yê Ayla Akat Ata, Hevşaredara Bajarê Mezîn ê Amedê Gulten Kişanak û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.
Dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Qatil Erdogan”, “Rêya Şehîd Rêya me ye”, “Hevala Rûken Nemir e” hatin gotin. Cenazeyê Demîr piştî karûbarên olî bi çepik, tilîlî û dirûşman hat defnkirin.
Piştî rêzgirtinê, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel wiha axivî: “Wê gelê me li hember van êrîşan bê deng nemîne. Em ê jî li hember van komkujiyan li qadan bin. Hevala Rûken şehîda Kurdistanê ye.”
Piştî Demîrel bavê Demîr, Alî Demîr diyar kir ku keça wî di jiyana xwe ya dibistanê de ji faşîstan pir zilm ditîbû û got: “Wê xwîna wê li erdê nemîne.”