Ji gerîlayên HPG’ê çalakiyên bi bandor

Hat ragihandin ku serkomîserê li ser rêya Dêrsim-Erzînganê 8’ê Tebaxê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat kuştin, yek ji komîserên ku berî niha bi mehekê li Agirî fermana komkujiyê daye. Di çalakiyên gerîlayan 5 leşker, 2 polîs hatin kuştin.

Hat ragihandin ku serkomîserê li ser rêya Dêrsim-Erzînganê 8’ê Tebaxê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat kuştin, yek ji komîserên ku berî niha bi mehekê li Agirî fermana komkujiyê daye. Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Star de 5 leşker, 2 polîs hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê ev agahî da: “Li qada Kelîka Biçûk a di navbera Kelîka Mezin û Şehîd Kendal a li ser xeta Heftanîn artêşa TC ji 8’ê Îlonê ve çeper girtiye. 10’ê Îlonê saet 13.00'an hêzên me yên gerîla li hember van çeperan bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa TC qada Deriyê Dawetiya bi obus û hawanan bombe kirine.

10’ê Îlonê di navbera saetên 15.30-16.30’an de li navçeya Gever a girêdayî Colemêrgê li hember qereqola girê Remo û  11’ê Îlonê saet 05.45’an de li hember helîkopterên skorsky ên dixwestin leşkeran deynin qereqola girê Çetê  piştî çalakiya gerîlayên me yên bi çekên giran helîkopter neçar man paşve bizivirin. 

10’ê Îlonê saet 08.00’an gerîlayên me li hemberî qereqola Oremar a girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê û girê wê çalakiyeke bi çekên ferdî û  giran pêk anîne. Di çalakiyê de çepera hawanan û A-4 hatine derbkirin, hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

Ji 8’ê Îlonê û vir ve komek kontra tên gundê Şêxan ê girêdayî Şirnexê li ve herêmê bi awayekî veşartî derdikevin eraziyê. Her wiha ev tîm li derdora gundê Mijê û gundê Sivîng keşfa eraziyê dikin û kemînan datînin.

LI MIDYADÊ JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

10’ê Îlonê saet 17.25’an li hember qereqola Katmîlî ya girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê, gerîlayên me yên YJA Starê ji bo bersiva komkujiya Cizîrê çalakiya sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de nobedarên di 2 kulubeyên de û leşkerên li ser tankê hatin hedefgirtin. Bi zelalî 3 leşker hatin kuştin.

10’ê Îlonê saet 19.00’an li derdora otogara navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, gerîlayên me yên YJA Starê ji bo bîranîna Lokman Sune yê li Nisêbînê hat qetilkirin çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî TOMA hat hedef girtin. Wesayîta TOMA bi temamî hat îmhakirin, 2 polîs hatin kuştin û wesayîtek zirxî ya tîpa Akrep a ji bo mudaxele bike hatibû hat derbkirin û ji cihê bûyerê hat dûrxistin.

Piştî çalakiya 3’ê Îlonê li hember qereqola Şkefta ya girêdayî Êlihê, artêşa TC li navbera gundên Tilhesen, Karmûtê û Bagûta yên girêdayî navçeya Kercosê di 4’ê Îlonê de dest bi operasyonê kir. Li vê derê pevçûn derket û Hevalê Canşêr birîndar bibû, roja din şehîd ket. Ev operasyon di 8’ê Îlonê de vekişiya.

Qeymeqamtiya Stewrê ya girêdayî Mêrdînê ji bo navçeyê talîmat derxist û li gor talîmatê 7 mehan derketina eraziya derdor hatiye qedexekirin.

8’ê Îlonê saet 12.30’an li hember îstasyonek bazê ya Turkcellê ya gundê Xabîsa ya girêdayî navçeya Silopiyaya Şirnexê, hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn. Ev îstasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.

10’ê Îlonê saet 18.30’an li hember qereqola Bermalê ya girêdayî navçeya Bêşebab a Şirnexê, hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.

11’ê Îlonê saet 09.45’an helîkopterek Skorsky dema ji qereqolên Sîrya û Xargûl ên girêdayî navçeya Garisa ya Sêrtê diçû Girê Qereqola TRT’ê, gerîlayên me bi çekên navîn lê dan û Skorsky derbe kirin.

11’ê Îlonê saet 07.00’an artêşa TC bi 3 helîkopterên Skorsky cebilxane û lojîstîk birin girê Zerga yê li sêgoşeya Hênê, Farqîn û Karaz a Amedê.

9’ê Îlonê saet 21.30’an îstasyonek bazê ya înternetê ya li Hasandinê ya girêdayî navçeya Pasûr a  Amedê, hêzên gerîlayên me bi çalakiyek sabotajê îmha kirin.

OPERASYONA LI ÇEWLIGÊ BÊ ENCAM VEKIŞIYA

Di navbera 1 û 10’ê Îlonê artêşa TC li navbera Gêxî û Azarpêrt ên girêdayî Çewlikê operasyon pêk anî, di erazî de yekîneyên veşartî hiştin û vekişiyan. Di encama operasyonê de erazî şewitîbû, şewat hê jî didome.

10’ê Îlonê di navbera saet 16.00-19.00’an de li ser rêya Gêxî ya girêdayî Çewlikê û Dep a Elezîzê, hêzên gerîlayên me nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.

LI HEMBER AVAHIYA HIKÛMETÊ YA PATNOSÊ ÇALAKÎ

10’ê Îlonê saet 22.45’an li hember Avahiya Hikûmetê ya navçeya Panos a Agiriyê, hêzên gerîlayên me çalakî pêk anîn, kulubeya nobetê ya polîsan bi çekên giran gulebaran kirin û 3 polîs kuştin. Her wiha gerîlayên me polîsên li pişt 2 wesayîtên Akrep, 1 minîbus û otobusek li bexçeyê Avahiyê sekinîbûn jî kirin hedef. Piştî pevçûnê hêzên me bi sexlemî vegeriyan baregehên xwe. Tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov jî li vê qadê berdewam kir.

9’ê Îlonê saet 19.30’an artêşa TC bi koordînekirina pêgerên hewayî yên bê mirov û helîkopterên Skorsky bi 4 helîkopterên Kobra herêma Kirê Tûtek a gîrêdayî Tendurek a Agirî rasterast bomberdûman kir. Piştî rojekê jî bi 2 helîkopterên Kobra saet 10.00’an herêmên Gorde û Kirê Tûtek bomberdûman kir. 11’ê Îlonê jî saet di navbera 05.00-07.00’an de balafirên şer herêma Gilîdax û herêma ku Şehîdgeha General Sûat tê binavkirin bomberdûman kir. Di heman saetan de artêşa TC gundê Zorava û herêma Demîr Kapi derbas kir, ji Bazîdê heta gundên Kûlî, Înegê û Kader Çavuş ên girêdayî navçeya Bazîd a Agirî bi 2 Tank, 4 wesayîtên zirxî û transîtekê rê girt. Her wiha yekîneyên veşartî jî di erazî de hiştin.

10’ê Îlonê saet di navbera 12.30-15.00’an de qereqola Yolçati ya girêdayî Dêrsimê bi obus û hawanan herêmên Harçik, Zage, kontarê Malaxabat û Zilgê bomberdûman kir û di encama bomberdûmanê de erazî şewitî.

8’ê Îlonê Serkomîserê ku li rêya Dêrsim-Erzîncanê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû kûştin,li gor agahiyên gihişt destên me, yek ji wan komîserên mehek berê fermana komkujiya Agiriyê dabû.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Pilûr û Dêrsim-Erzîncan di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.”

HPG’ê nasnameya gerîlayê 5’ê Îlonê li Êlihê jiyana xwe ji dest da aşkera kir:

 

Nasnav: Canşêr Adar

Nav-Paşnav: Serhildan Yildirim

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik-bav: Azîme – Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 5’ê Îlona 2015 / Êlih