Heyeta mafên mirovan ‘rapora Sûrê’ aşkera kir

Heyeta ku ji saziyên mafên mirovan û tendirustiyê pêk hat, rapora xwe ya binpêkirina mafên mirovan ên di 6'ê Îlonê de li navçeya Sûrê pêk hatin aşkerakirin.

Heyeta ku ji saziyên mafên mirovan û tendirustiyê pêk hat, rapora xwe ya binpêkirina mafên mirovan ên di 6'ê Îlonê de li navçeya Sûrê pêk hatin aşkerakirin. Heyetê di raporê de diyar kir ku wê li hemberî binpêkirina mafan doz vekin.

Heyeta ku ji endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) û Odeya Tabîban a Amedê pêk hatî, rapora xwe ya binpêkirina mafan a di 6'ê Îlonê de ji hêla Walîtiya Amedê ve biryara OHAL'ê li navçeya Sûrê ya Amedê dabû, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Di civînê de ku endamên heyetê amadebûn rapor ji hêla Endama MHD'ê Gamze Yalçin ve hat xwendin.

Di raporê de hat diyarkirin ku piştî êrîşa li polîsan hatî kirin ji aliyê walîtî ve qedexekirina derketina kolanan hat îlan kirin. Di raporê de bûyerên qewimî wiha rêz kir:

*Piştî êrîşê ji aliyê Walî ve qedexekirina derketina kolanan hat îlan kirin û polîsan bi alîkariya hêzên taybet û hêza hewayî operasyon li dar xist. Li navçeyê xetên mobîl, av û ceyran hatin birîn. Bi berdewamkirina şer li navçê hêzên taybet û polîsan rasterast, carinan jî bi zanabûn sivîl gulebaran kirin. Di encamê de kesên sivîl birîndar bûn, mal û cihên kar zerar dîtin.

* Piştî êrîşên polîsan ên li ser sivîlan ÎHD, THÎV û Şaxê Odeya Tabîban ya Amedê di 8'ê Îlonê de çûn navçeya Sûrê û binpêkirina mafê mirovan lêkolîn kirin. Heyet li navçeyê di der heqê zerarên mal û jiyanî de agahî ji gel girtin.

Di bûyeran de kesên jiyana xwe ji destdan û birîdar bûn

*Di encama êrîşa YDG-H'ê de polîsên hêzên taybet Mustafa Turanli (30) û Muzaffer Can Ersoy jiyana xwe ji destdan û 3 polîs birîndar bûn. Di operasyona piştî buyerê de 5 polîsên din jî birîndar bûn.

*Di dema operasyona polîsan de nûçegihana JİNHA'yê ya Amedê Şehrîban Aslan bi guleyekê ji serê xwe birîndar bû û ciwanekê li cem Şehrîbanê jî ji milê xwe bi guleyekî birîndar bû. Guleyên li Şehrîban û ciwanê li cem wê ketî ji çeka polîsan derket.

*Di dema operasyona polîsan de li taxa Hasirli welatiyê bi navê Abdullah Erdam (25) ji aliyê polîsan ve ji her dû piyên xwe bi giranî birîndar bû.

* Zarokê E.G jî ji aliyê polîsan ve bi giranî hat birîndar kirin.

*Jina bi navê Salîha Opçîn ji aliyê polîsan hat gulebaran kirin. Opçîn ji piyê xwe birîndar bû.

TESPÎT

* Li taxa Hasirli ya navçeya Sûrê ya Amedê di 6'ê Îlonê de li hemberî polîsan êrîş hat kirin û di encamê de 2 polîsên hêzên taybet jiyana xwe ji dest dan û 3 polîs jî birîndar bûn. Piştî êrîşê ji aliyê Walîtiyê ve qedexekirina derketina kolanan hat îlan kirin û polîsan bi alîkariya hêzên taybet û hêza hewayî operasyon li dar xist. Li navçeyê xetên mobîl, av û ceyran hatin birîn. Bi berdewam kirina şer li navçeyê hêzên taybet û polîsan raste rast, carinan jî bi zanabûn sivîl gulebaran kirin. Di encamê de kesên sivîl birîndar bûn, mal û cihên kar zerar dîtin.

*Operasyon li cihê jiyana gelê sivîl lê heyî pêk hatiye û di dema operasyonê de tedbîr li hemberî mal û canê gelê sivîl nehatine girtin. Hatiye tesbît kirin ku operasyonê mal û canê walatiyan tehdît kiriye. Gelê sivîl bi zanebûn hatine hedef girtin. Di operasyonê de 1 jê rojnemevan, 5 kesên sivîl birîndar bûn.

*Di encama operasyonê de gelek welatiyan ji bo ewlehiya mal û canê xwe, kargeh û malên xwe hiştin û vala kirin.

*Hatiye tespît kirin ku kesên sivîl ên birînda bûyîn tedawîbûyîna wan ji aliyê polîsan ve hatiye asteng kirin. Di rewşên zehmet de ji aliyê welatiyan ve rakirine nexweşxaneyan. Di rewşên OHAL'ê de jî anbulans û xizmetên tendirustiyên nabe bên astengkirin.

*Li gor çavdêriyên heyetê hat zanîn ku bê ferq bixin nava kesên suçdar û bê suç gel tê gulebaran kirin. Ev jî di encma xistina meriyetê ya "Pakêta ewlekariyê" tên pêkanîn.

PÊŞNIYAR

*Heyeta me binpêkirina mafan şermezar dike û dê li hemberî van binpêkirinan ji bo doz bê vekirin serlêdan bikin.

*Dê heyet derheqê hêzên dewletê yên ku zerar dane mal û canê welatiyan gilî bike û divê demildest hesab ji kesên binpêkirina mafan pêkanîn bê xwestin.

*Di encama operasyonan de madeya 35'emîn hat binpêkirin û zerar gihişt mal û canê welatiyan. Divê beramberê zerarê madî bên dayîn. Divê ji bo tespîtkirina zeraran heyetek ji aliyê Walîtiyê ve bê amede kirin.

*Divê cihên pîroz ên zerar dîtin ji aliyê dewletê ve bên parastin.

*Divê saziyên ku av, ceyran û xetên ragihandinê asteng kirin daxuyaniyekê bidin gel

*Hat tesbîtkirin ku ji ber rewşa heyî çop nehatine paqijkirin û ev jî dibe ku bibe sedema nexweşiyan.