Gerîlayê HPG’ê, Yildirim hat oxirkirin

Cenazeyê Serhildan Yildirim (Canşer Adar) ê HPG'î yê li Heskîfê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê ji aliyê hezaran kesan ve hate defnkirin.

Cenazeyê Serhildan Yildirim (Canşer Adar) ê HPG'î yê li Heskîfê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê ji aliyê hezaran kesan ve hate defnkirin.

Cenazeyê Serhildan Yildirim (Canşer Adar) ê HPG'î yê di 5'ê Îlonê de li Heskîfê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da li Taxa Çalê ya Nisêbîna Mêrdînê bi merasîmekê hate defnkirin. Cenazeyê Yildirim piştî otopsiyê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê hate wergirtin û anîn Taxa Çuva ya Nisêbînê. Parlamenterên HDP'ê Enîse Guneylî, Erol Dora, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Yurdusev Ozsokmenler, Hevserokê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav de bi hezaran kesan cenaze pêşwazî kirin. piştre cenaze anîn goristana taxê. Piştî rêzgirtinê wecîbeyên olî hatin bicihanîn û cenaze bi dirûşman ve hate defnkirin. Hevseroka Giştî ya KCD'ê Selma Irmak li goristanê axivî û diyar kir ku bêyî bedel têkoşîna azadiyê bi ser nakeve. Irmak nirxandina "heke îro em dikarin bibêjin em hene bi saya şehîdan e" kir.

Dayika Yildirim, Azîme Yildirim jî ev tişt got: "Serhildan, ne tenê şehîdê min e, şehîdê hemû gelê Kurd e. Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî sax be."