Gerîlayê HPG'ê Akkûş li Essenê hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Mûhammed Akkûş li bajarê Elmanya Essenê hat bîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Mûhammed Akkûş li bajarê Elmanya Essenê hat bîranîn.
Gerîlayê HPG'ê Mûhammed Akkûş (Çiya Gabar) ê di şerê 1'ê Îlonê yê li herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Essenê hat bîranîn.
Wezîfedarê CÎK'ê li merasîmê peyivî û diyar kir ku AKP ev meheke êrîşî Kurdistanê dike. Nûner bal kişand ser komkujiya li Cizîrê û got, "Xwedê li cem mezlûman e. Munafiqên mîna Erdoagn wê negihêjin armanca xwe."
Apê Akkûş Nûrettîn Akkûş jî got, "Bila serê Serok Apo û gelê Kurd sax be. Çiya ewladê gelê Kurd bû."
"WÊ ERDOGAN NEGIHÊJE ARMANCA XWE"
Di axaftina li ser navê Malbata Şehîdan de bal hat kişandin ser polîtîkayên komkujiyê û ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hat gotin, "Cihê komkujiya li Cizîrê hat kirin, di nava mirovahiyê de heye? Dayikeke zaroka xwe dixe sarincê, cihê vê di wijdanê de heye? Ey Erdogan! Cizîr ne bi tenê ye. Xwediyê Cizîrê gelê Kurd e. Tuyê negihêje armanca xwe."
Rayedarê NAV-DEM'ê jî got, "Polîtîkaya AKP'ê têk çûye. Êdî kêliyên wê yên dawî ye. Heta niha ti kes li hemberî Kurdan bi ser neketiye. Gelê Kurd polîtîk bûye, bûye gelekî hevgirtî."