BI DÎMEN

Derket holê B.Î. ê 14 salî ji aliyê tîmên taybet ve di wesayîta zirxî de hatiye qetilkirin

B.Î. yê li Cizîrê di 10'ê Îlona 2015'an de dema danê sibehê diçû malê di rê de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat sekinandin û tevî ku destê xwe bilindî hewayê kir jî, li wesayîta zirxî hat siwarkirin û li vir hat qetilkirin.

B.Î. yê li Cizîrê di 10'ê Îlona 2015'an de dema danê sibehê diçû malê di rê de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat sekinandin û tevî ku destê xwe bilindî hewayê kir jî, li wesayîta zirxî hat siwarkirin û li vir hat qetilkirin. Bavê dilşewat Tarik Îrcî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku polîsan kurê wî qetil kirine, li Taxa Nûrê avêtine ser sergo û weke 'terorîst' îlan kirine. Îrcî got, "Kurê min mîna 22 kesên din, ji ber ku Kurd bû hat qetilkirin. Eger li terorîstan digerin bila li eynikê binêrin." Dîmenên binçavkirina B.Î. ji aliyê televîzyona IMC ve hatibûn weşandin.

B.Î. DESTÊ XWE RAKIR HEWAYÊ, LÊ BI ZORÊ LI WESAYÎTA ZIRXÎ HAT SIWARKIRIN

Piştî ku qedexeya derketina derve ya li Cizîrê hat rakirin, detayên komkujiya li sivîlan hat kirin, roj bi roj zelaltir dibe. Li navçeyê, ku 23 kes ji aliyê tîmên tevgera taybet û sekvanan ve hatin qetilkirin, derket holê ku bi taybetî zarok hedef hatine girtin. Yek ji van zarokên hatin qetilkirin B.Î. yê hînê 14 salî bû. B.Î. yê di 10'ê Îlonê de ji mala apê xwe vedigeriya, ji aliyê tîmên taybet ve hat sekinandin û bi zorê li wesayîta zirxî hat siwarkirin. B.Î. di nava vê wesayîtê de hat înfazkirin. Polîsan piştî înfazkirinê ew avêtin ser sergoyekî li taxa Nûrê û B.Î. weke 'terorîst' îlan kirin.

EGER LI TERORÎSTAN DIGERIN BILA LI EYNIKÊ BINÊRIN

Bavê dilşewat Tarik Îrcî anî ziman ku wî piştî rojekê di 11'ê Îlonê de bihîstiye kurê wî hatiye qetilkirin û diyar kir ku dema bi wesayîta şêniyên taxa Nûrê ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe diçû mizgeftê, ew jî rastî êrîşa tevgerên taybet hatiye. Îrcî got, "Em li erdê dirêj kirin û hewl dan me înfaz bikin. Gotin; bi şertê ku 4 kesan derbas neke, ew ê cenazeyê kurê wî bidin me." Îrcî da xuyakirin ku kurê wî hînê nehatiye veşartin di nava qeşayê de tê ragirtin û got, "Kurê min hînê 14 salî bû. Dîmen hene ku nîşan didin, wî li wesayîta zirxî siwar dikin. Tevî ku destê xwe radike hewayê jî, wê dehf didin û li wesayîta zirxî siwar dikin. Tevî ku înfaz kirin, qîma xwe bi kuştina wî neanîn, ew avêtin ser sergo û weke 'terorîst' îlan kirin."

Bavê dilşewat destnîşan kir ku ew Kurd in û eger temamiya 8 zarokên wî bê qetilkirin jî ew ê ti carî vê rastiyê înkar nekin û got, "Li terorîstan digerin? Ji wan mezintir terorîst nîne. Bila li eynikê binêrin. Ev zilm wê li erdê nemîne."