Demîrtaş: Gelê Cizîrê teslîm nebû

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş li Cizîrê axivî û berxwedana Cizîriyan silav kir. Demîrtaş bang li AKP'ê kir, ku bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re muzakereyê bike û ji bo civakê jî got, "Eger em karibin bi hev re tevbigerin, ev zilm rojekê jî namîne."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş li Cizîrê axivî û berxwedana Cizîriyan silav kir. Demîrtaş bang li AKP'ê kir, ku bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re muzakereyê bike û ji bo civakê jî got, "Eger em karibin bi hev re tevbigerin, ev zilm rojekê jî namîne."

Heyeta KCD, HDP û DBP'ê di dawiya dawî de xwe gihand gelê Cizîrê. Heyeta ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, parlamenter û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, li ber avahiya partiyê li ser otobusa HDP'ê ya hilbijartinê, ji gel re axivî.

Heyet ji aliyê bi hezaran kesan ve bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Cizîrê" hat pêşwazîkirin. Li ser navê heyetê Hevseroka KCD'ê Selmam Irmak û Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş peyivîn.

IRMAK: LI HEMBERÎ BERXWEDANA GEL TÊK ÇÛN!

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di destpêkê de axivî û diyar kir ku gelê Cizîrê 10 roj in li hemberî tank û topan berxwedaneke bi rûmet nîşan dide û got: "Ji hemû jin, ciwan, zarok, dayik û bavên ev qad veguherendin qadên azadî û berxwedanê hezar silav be." Irmak anî ziman ku tevî dizanîbûn gelê Cizîrê ti carî teslîm nabe jî bi tank û topan xwestin Cizîrê bikin Kerbela û wiha axivî: "Lê li hemberî tilîliyên dayikan, berxwedan jin û zilaman careke din têk çûn. Gelê Cizîrê bi berxwedan xwe ew têk bir."

DEMÎRTAŞ: EM BERXWEDANA BI RÛMET SILAV DIKIN

Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ber qîrîna dirûşmeya "Kujer Erdogan" derket ser otobusê û dest bi axaftina xwe kir. Demîrtaş bi gotina "Yên dibêjin ez mirov im û di dilê xwe de mirovahî heyî bila bê vir, zilm û hovîtiya hatiye kirin bibîne û li gel wê jî berxwedana gel a bi rûmet bibîne û bibihîze" dest pê kir û sersaxî ji malbat û gelê Cizîrê re xwest, ji kesên birîndar re şîfa xwest. Demîrtaş diyar kir ku dewlet û AKP'ê 10 roj in li Cizîrê 120 hezar kes dîl girtin û wiha got: "Lê li hemberî dîlgirtinê gelê Cizîrê 10 roj in bi berxwedaneke mezin bersiv da. Ez berxwedana we ya bi hûrmet silav dikim." Di vê navberê de girseyê dirûşmeya "Kujera Erdogan" berz kir.

'HÛN Ê BI RÊBERÊ VÎ GELÎ RE RÛNÊN Û BIAXIVIN'

Demîrtaş got "Her hikûmet, Serokkomar, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Artêşê hatî polîtîkayên komkujiyê pêk anîn. Li hemberî hemû komkujiyan, we her tim gotin aştî. Ji ber vê yekê Enqere ewqas ji we ditirse. Daxwaza we ya aştiyê weke qelsî û tirsê dibîne. Enqere ji ber vê yekê şaştiyê dike. Dibêjin wê bi tank û topan pirsgirêka kurd çareser bikin. Yên şer ceribandin hatin darizandin lê gel li ser piyan ma. Niha, we bi tank û topan hilweşandin, gelo we çi çareser kir? We ev gel teslîm girt? Gotin wê daxwaza gel a xwe rêvebirinê bi tank û topan rawestînin. Ev gel bi hezaran salane li vir dijî, dixwaz bi çand û ola xwe jiyana xwe bidomîne û têkoşîna xwe bide. Eger hurmeta we ji vîna vî gelî re hebe bi Rêberê wî re rûnin û biaxivin û muzakereyan bikin."

'ZILM WÊ BI YEKÎTIYÊ BIQEDE'

Demîrtaş da zanîn ku êrîşên gelek zînde ne û birînên wan hêj bi xwîn e. Demîrtaş bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku li hemberî zilm û şer bibin yek û wiha pê de çû: "Ji her aliyê Tirkiyeyê re cenaze diçin li her derê dayik digirîn. Tenê bi yekîtiya gelan wê ev zilm bi dawî bibe. Eger em vê yekîtiyê pêk bînin ev zilm wê di rojekê de xilas bibe."

'NE HEVŞAREDAR DIVÊ WALÎ JI WEZÎFEYÊ BIHATA GIRTIN'

Demîrtaş ê ku gelek caran axaftina wî bi dirûşma "Kujer Erdogan" hate qutkirin bal kişand li ser ji wezîfegirtina Hevşeradara Cizîrê Leyla Îmret jî wiha got: "Niha vîna vî gelê tine dihesibînin û şaredara me ji wezîfeyê digirin, lê waliyê ku fermana qatlîaman daye û ji aliyê 3 kesên li Enqereyê ve hatiye tayînkirin re jî spasiyên xwe dikin. Yên ku vê yekê ji bo me rewa dibînin wê di warî siyasî û hiqûqî de hesabê vê bidin. Lê em dev ji lêgerîna aştiyê bernadin. Siyasetmedarên ku ji şer xwedî dibin wê winda bikin. Bila hemû gelê me yê welatparêz bizanibe ku ev şer wê berdewam neke, di nava heriya xwe de winda dibin. Lê tenê em yekîtiya xwe xera nekin, hêviyên xwe yên aştiyê winda nekin. Ji bo çek bêdeng bibin em ê her roj bangawaziya xwe bidomînin, dubare bikin. Em ê li cem berxwedana we ya vê derê bin."

Demîrtaş bilêv kir ku tişta diviyabû bihata kirin ji wezîfegirtina Waliyê Şirnexê bû. Demîrtaş got ku ne pêwîst e ji Enqereyê kesek bê tayînkirin gel dikare xwe birêve bibe. Demîrtaş diyar kir ku li dijî zaliman mazlûm her tim bi ser ketine. 

Demîrtaş anî ziman ku dibe ku niha li navçeyê qedexe hatibe rakirin lê bi awayeke fîlî berdewam dike û wiha axivî: "Hevalên me yên parlamenter gav bi gav pêşketinên li vir ragihandin. Niha em ê birînên xwe bipêçin. Em ê kolan û malên hatine xerakirin înşa bikin. Em ê ji kesên ku bi tank û topan bi ser me de tên netirsin. Yê ku zilmê li me bikin wê li ser vê axê berxwedanê bibînin. Em ê li vir bi hevşaredar û parlamenterên xwe ve li cem we bin. Ji bo ev birîn bên pêçandin em ê bixebitin. Li aliyê din jî di warê hiqûqî û siyasî hesabê vê yekê bipirsin. Waliyên ku bersivê nadin wekîlên me bibgirin heta hemû kesên berpirsyar in dê hesabê zarok û welatiyên me yên hatin qetilkirin bê pirsîn. Wê zilma AKP'ê bi dawî bibe û yên zilmê dikin hesab bidin."

Piştî axaftinan heyet bi dirûşman ve ji qadê veqetiya û li navenda navçeyê dest bi lêkolînan kir.