Demîrtaş: Divê rojava dengê aştiyê bilind bike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş ê li Nisêbînê xîtabî gel kir, ji bo mirin bi dawî bibin xwest li Rojava daxwaza aştiyê bi dengekî hê bilindtir bê qîrkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş ê li Nisêbînê xîtabî gel kir, ji bo mirin bi dawî bibin xwest li Rojava daxwaza aştiyê bi dengekî hê bilindtir bê qîrkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş ê li Nisêbînê xîtabî gel kir, ji bo mirin bi dawî bibin xwest li Rojava daxwaza aştiyê bi dengekî hê bilindtir bê qîrkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, serdanên xwe yên li navçeyên ku encamên şer lê giranin didomîne. Demîrtaş û wekîlên HDP’yî yên li gel, ji ber girtina Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya şaredarî ziyaret kirin. Demîrtaş û heyet ji aliyê Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok û xebatkarên şaredariyê hatin pêşwazîkirin.
Piştî serdanê Demîrtaş li hewşa Navenda Çandê ya Mîtannî bi gel re hat gel hev. Demîrtaş ê xîtabî gel kir, peyama aştiyê ya gel û partiya xwe dubare kir.
Demîrtaş bal kişand ku gel ji bo çareseriya pirsgirêkan dixwaze ji nû ve maseya muzakereyê bê avakirin û got: “Gel alîgirê çareseriyê ye. Gel dixwaze pirsgirêk li ser maseya muzakereyê ya wê ji nû ve bê avakirin bên çareserkirin.”
Demîrtaş got ku mejiyê rêveberên li Enqereyê rawestiyaye û wiha axivî: “Gelê Kurd zilmên herî mezin jiyane. Ev gel paşve ti gavan navêje, ev gel dest ji şerefa xwe bernade.” Demîrtaş diyar kir her tim xwestekên xwe yên aştiyê tînin ziman, ji bo aştî zû were jî pêwîst e, Edîrne, Îzmîr û Antalya jî dengê xwe bilind bikin.
Demîrtaş destnîşan kir ku bangawaziya gel ji bo muzakereyê mafdar û rewa ye û pêwîst e ev sînorê rewabûnê bê bikaranîn. Demîrtaş girtina hevşaredarên xwerêberî îlan kirine bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Gelê Nisêbînê dixwaze bi hêza xwe û ji xwe bawer vê pirsgirêkê çareser bike, dibêje ez dixwazim rayeya xwe bidim meclîsa gel. Ev xwestekek demokratîk e.”
Demîrtaş axaftina xwe wiha dom kir: “Em bi hev re zêdetir têkoşîna aştiyê bidin ku em karibin şertên muzakereyê ava bikin. Em karibin heyetan bişînin gel Birêz Ocalan.”
Demîrtaş got ku wê meşa xwe ya aştiyê bajar bi bajar, navçe bi navçe bidomînin û axaftina wiha bi dawî kir: “Bi ruhê piştevaniyê yê gelê Cizîrê û bi ruhê berxwedêr ê Kobanê em dikevin rê.”