Cizîr wê şehîdên xwe ber bi rêwîtiya dawî ve oxir bike
Welatiyên Cizîrê ku ji ber terora dewletê 21 zarokên xwe winda kir niha ji bo zarokên xwe defin bikin amadekariyê dikin.
Welatiyên Cizîrê ku ji ber terora dewletê 21 zarokên xwe winda kir niha ji bo zarokên xwe defin bikin amadekariyê dikin.
Welatiyên Cizîrê ku ji ber terora dewletê 21 zarokên xwe winda kir niha ji bo zarokên xwe defin bikin amadekariyê dikin. Ji bilî 5 kesên ku di dema bûyeran de hatin definkirin di nav de zarokê 35 rojî Muhemmed jî heye 16 cenaze hê jî li nexweşxaneyên Cizîr û Şirnexê tên sekinandin. Piştî otopsiyê li bendê ye hin cenaze sibehê bên definkirin.
Li gel ku Wezîrê Karên Hundir Selamî Altınok wekî "terorîst" îlan kir jî li Cizîrê zarokê 35 rojî Muhemmed ê nexweş bû destûr nehat dayîn bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da jî di nav de 21 sivîl hatin qetilkirin. Hin ji wan rasterast ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, hin ji wan jî piştî birîndar bûn ji ber ku nekarîn bibin nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan û polîsan destur nedabûn ku welatî cenazeyan bibin morgan jî.
Ji ber vê yekê jî cenaze li mizgeft û sarincên li malan hatibûn rawestandin û wekî zarokê 35 rojî Muhammed di sarincê de cemed danîn ser û bi vî rengî bi rojan hate rawestandin.
Piştî ku li navçeyê rêveberiya awerte bi berxwedanê hate rakirin serê sibehê ve têkîldarî aqûbeta sivîlên ku hatin qetilkirin jî agahî hatin wergirtin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan ev in:
* Mehmet Emîn Levent (21)
* Haci Ata Borçîn (70)
* Xetban Bulbul (65)
* Saît Çagdavul (19)
* Muhammed Tahîr Yaramiş (35 rojî)
* Cemîle Çagirga (13)
* Osman Çagli (18)
* Îbrahîm Çîçek (80)
* Meryem Sure (53)
* Ozgur Taşkin (20)
* Seyît Eşref Erdîn (60)
* Zeynep Taşkin (18)
*Maşallah Edîn (35)
* Sayît Nayîcî (17)
* Selman Agar (10)
* Bunyamîn Îrcî (15)
* Mehmet Dîkmen (70)
* Bahattîn Sevînîk (50)
* Suphî Saral (50)
* Mehmet Erdogan (75)
* Mehmet Emîn Açik (70)
Di encama lêkolînan de agahî hate girtin ku cenazeyê Haci Ata Borçîn û 4 kesên din dema bûyeran de hatin definkirin. Cenazeyê Xetban Bulbul li gundê xwe yê bajarako Qesrikê, Îbrahîm Çîçek, Bahattîn Sevînîk û Suphî Saral jî li Goristana Asrî ya Cizîrê ji aliyê malbatan ve ligel astengiya polîsan hatin definkirin.
16 CENAZE LI MORGÊN NEXWEŞXANEYAN E
Ji bilî van 5 kesên ku hatin qetilkirin cenazeyê 16 kesên ku di nav de Muhammedê 35 rojî jî heye li morgên nexweşxaneyên Cizîr û Şirnexê tên rawestandin.
Li gorî vê cenazeyê zaroka bi navê Muhammed Tahîr Yaramiş û Ozgur Taşkin, Selman Agar, Meryem Sure, Bunyamîn Îrcî û Seyît Eşref Erdîn ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û heta merasîma cenaze wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bê rawestandin.
Cenazeyên Mehmet Emîn, Açik, Mehmet Erdogan, Mehmet Dîkmen, Saît Nayîcî, Maşallah Edîn û Ozgur Taşkin ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyên Mehmet Emîn Levent, Saît Çagdavul, Cemîle Çagirga û Osman Çagli jî wê ji bo otopsiyê bişînin Şirnexê.
GOR TÊN KOLANDIN
Cenazeyên ku otopsiya wan hatin kirin û li bendê ye sibehê bi merasîma cenaze li Goristana Asrî ya Cizîrê bên definkirin. Ji bo 16 kesên ku dê bên definkirin li goristanê gor tên kolandin.