Cizîr bûye Gazze
Li Cizîrê piştî 9 rojan qedexeya derketina derve hat rakirin. Bi rakirina qedexeyê re hovîtiya li navçeyê hatiye kirin, bi zelalî xwe nîşan da. Li Cizîra ku 23 sivîl lê hatin qetilkirin, rê û kolan bi qalikên fîşekan tije ne.
Li Cizîrê piştî 9 rojan qedexeya derketina derve hat rakirin. Bi rakirina qedexeyê re hovîtiya li navçeyê hatiye kirin, bi zelalî xwe nîşan da. Li Cizîra ku 23 sivîl lê hatin qetilkirin, rê û kolan bi qalikên fîşekan tije ne.
Li Cizîrê piştî 9 rojan qedexeya derketina derve hat rakirin. Bi rakirina qedexeyê re hovîtiya li navçeyê hatiye kirin, bi zelalî xwe nîşan da. Li Cizîra ku 23 sivîl lê hatin qetilkirin, rê û kolan bi qalikên fîşekan tije ne. Bi taybetî Taxa Nûrê ya gelekî hedef hat girtin, piştî bomberdûmanê mîna qada şer xuya dike. Ji xaniyên rastî êrîşa tîmên taybet û leşkeran a bi guleyan û topên hawanê hatin, ti ji wan saxlem neman. Li Taxa Nûrê, gel lenetê ji rejîma Erdogan tîne.
Li Cizîrê, piştî dorpêçiya dewletê ya 9 rojan, tevî berxwedanê şopên komkujiyê jî hene. Gelê Cizîrê yê 7 rojan Kerbela jiya, hewl dide birînên xwe bipêçe. Kargehên rastî guleyên polîsan hatin, girtî xuya dikin. Bi bidawîbûna rewşa awarte ya fiîlî re, gel ji bo peydakirina pêwîstiyên xwe diherike marketan. Li naveçeya ku Navenda Tipê ya Cizîrê ya Tatbet naxebite, ketin û derketina ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Li meydan, rê û kolanên wesayîtên zirxî yên kobra lê ne, qalikên fîşekan û parçeyên ji topên hawanê balê dikişînin. Li taxên Nûr, Cûdî û Yasef ku ji aliyê hêzên dewletê ve hedef hatin girtin, şopa êrîş û berxwedana li hemberî van êrîşan hînê xuya dikin. Xuyaye êrîş û berxwedana herî mezin li taxa Nûrê rû daye. Li taxê kortên ji ber teqîna topên hawanê yên hêzên dewletê rû dane, balê dikişînin. Li serê her kolanê xendekên hatine kolandin û bendên hatine lêkirin, xuya dikin. Gelê ku mala wan bi topên hawanê hatiye hilweşandin, hewl dide jiyanê asayî bike.
'KERBELA BI SERÊ ME DE HAT'
Suleyman Bordogan bi van gotinan hovîtiya hat kirin vegot; "Her êvarê dengê topan dihat. Em nikarîbûn derkevin derve. Dema em derdiketin jî, em dibûn hedefa sekvanan." Bordogan ê 27 salî anî ziman ku ew heta sibehan ranedizan, zarokên wan gelekî ditirsin û got, "Bi rastî jî hovîtiyek hat serê me." Bordogan diyar kir ku berevajî îdîayan, di nava 9 rojan de bersiv ji ti pêwîstiyeke wan re nehatiye dayîn û da zanîn ku bi ragihandina qedexeyê de di destpêkê de elektrîk li ser wan hatiye birîn, dûre jî xetên telefon û înternetê hatine qutkirin. Bordogan da xuyakirin ku şêniyên taxê bi xortiman benzîn ji wesayîtên xwe dikişandin û pê jenerator didan xebitandin. Bordogan anî ziman ku piştî 7 rojan xebatkarekî şaredariyê jiyana xwe xist rîskê û wane vekir. Bordogan got, "Dem av hat, kêfxweşiya gel hêjayî dîtinê bû. Mîna ku cara yekemîn me di jiyana xwe de av dîtine, em kêfxweş bûbûn. Weke ku Kerbela anîbûn serê me. Bi awayekî vekirî ji me re digotn, hûn bi fîşekan nemirin, hûnê ji tîna bimirin."
'EGER NE JI CIWANAN BÛYA, EM Ê YEK BI YEK BIHATINA ÎNFAZKIRIN'
Dayika 5 zarokan Remziye Oymaz anî ziman ku beriya qedexeya derketina derve, ew bi bombeyan hejiyan û anî ziman ku ji ber di destpêkê de elektrîk û şebeke qut kirin, wan di destpêkê de nikarîbûn agahiyê bidin kesî. Oymaz da xuyakirin ku ji bo xwe ji bombeyan û topên hawanê biparêzin, wan di nava mala xwe de cihekî xwe lê bistirê çêkirine û zilma 9 rojan bi serê wan de hat bi vî rengî vegot: "Bi rojan em perîşan bûn. Her der dihat bombekirin. Destûr nedidan em cenazeyên xwe rakin. Ne av hebû, ne xwarin. Herî zêde ji ber zarokên xwe tirsiyam. Dema agahiya mirinê dihat, ez jî dimirîm. Jiyan li me heram kirin. Eger ne ji wan ciwanên li taxê li ber xwe didan bûya, em ê yek bi yek bihatina înfazkirin." Oymaz ragihand ku yên bi şer dizanin dikarin dengê aştiyê bilind bikin û diyar kir ku weke gelê Kurd wan heta roja îro her tim dengê aştiyê bilind kirine, wê ji niha û pê ve jî bêjin aştî.
Kamûran Yildiz jî da xuyakirin ku zilma 9 rojan li Cizîrê hat gotin zehmet e were vegotin û destnîşan kir ku ya Tayyîp Erdogan li Cizîrê kir, Îsraîl jî li Fîlîstîniyan rewa nabîne. Yildiz got, "Li vir tiştekî nehat kirin nema" û diyar kir ku zarok, extiyar hatine qetilkirin, bi panzer û wesayîtên zirxî re tîmên taybet dor li taxê girtin û bi tank û obusan re hewl dan mirovan tine bikin. Yildiz da zanîn ku 9 rojan wan nekarîbûn ti ji pêwîstiyên xwe tedarik bikin, av jî ji bîrê kişandine û got, "Ji niha û pê ve bila ti kes di ser Fîlîstînê re siyasetê neke û negirî."
'HA DAIŞ, HA ERDOGAN'
Mehmet Aksoy ê 57 salî bibîr xist ku li Cizîrê li pêş çavên her kesî mirovên sivîl hatine qetilkirin û got, "Îsraîl bi xwe, dema Fîlîstîniyekî birîndar dike ambûlansê dişîne û radike nexweşxaneyê." Aksoy diyar kir ku Tayyîp Erdogan bi tenê ji bo serokatiyê, jiyan li gelê herêmê bi taybetî jî Cizîrê herimandiye û got, "Ji vê saetê û şûn ve êdî çi dike bila bike, daket binê sifirê. Ev hewldanên wî yên dawî ne. Wê nikaribe dengekî jî ji Kurdistanê werbigire. Çawa ku Saddam ji holê hat rakirin, Erdogan jî ji holê hat rakirin, nema." Aksoy da zanîn ku di Newroza Cizîrê ya 1992'an de jî zexteke bi vî rengî ya kêfî nehatiye kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Wê demê fermana mirinê tinebû. Niha ne xema wan e ku sivîl e yan na, yekser guleyan direşînin. Li vê derê komkujiyeke giştî hat kirin. Sekvanan yek bi yek gule berdan malan. Yek ji van guleyan li ber lingê min ket. Vana ewçend bê hiş in û barbar in." Aksoy medya hawiz jî rexne kir û destnîşan kir k eger li cem wê medyayê wijdanek biçûk hebûya wê li ser qetilkirina gel agahiyên derew û şaş nedabûna raya giştî. Aksoy destnîşan kir ku ti eleqeya AKP û Erdogan bi Misilmantiyê nîne û got, "Ha DAIŞ, ha Erdogan."
Ji êrîşên li Cizîrê herî zêde zarok tirsiyane. Xwendekara lîseyê Seher a 16 salî, ku dema bûyerên bi serê wan de hat vedibêje destên wê dicirife, dibêje ku psîkolojiya wê xera bûye. Seher got, "Ji ber dengê top û fîşekan em nikarîbû bi şev rakevin. Her sibe dema em şiyar dibûn, em bi fikar bûn ku wê îro kî bimire. Dema me dengê topên hawanê dibihîst me xwe yekser berdidan jêrê. 9 rojan em di nava kabûsê de bûn. Êdî dema kevçiyek jî dikeve erdê, ez ditirsim." Seher anî ziman ku zarokên biçûk li pêş çavên wê hatine qetilkirin û diyar kir ku dema ji bo alîkarîdayînê derdiket pêşiya derî, gule li wan dihat reşandin.