Ciwan ji bo Ocalan û Cizîrê li kolanan e
Li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de hat xwestin ku Ocalan tavilê serbest bê berdan.
Li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de hat xwestin ku Ocalan tavilê serbest bê berdan.
Ciwanên Kurd, komkujiyên AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Cizîrê dikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan şermezar kirin. Di çalakiyên li Elmanya, Swîsre û Awûstûryayê de ciwanan gotin, "Kobanê neket, Cizîr jî nakeve."
BERLÎN: Însiyatîfa Ciwanên Apoyî li semta Kreûzberg a paytexta Elmanya Berlînê daket kolanan û pankarta bi nivîsa "Die Isolation von A. Ocalan ist die Isolation des Friedens (Tecrîda li ser Rêberê me tecrîdkirina aştiyê ye)" vekirin. Ciwanan diyar kir ku ew ê li hemberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin bêdeng nemînin û destnîşan kir ku heta hesabê wan bê pirsîn ew ê çalakiyan lidar bixin.
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê jî komek ji endamê Ciwanên Azad li hev kom bû û belavok belav kir. Ciwanên bi sedan belavok belav kirin bi pankarta bi nivîsa "Piştgiriyê bidin, em berxwedana xwe bikin yek" meşiyan. Ocalan xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Di çalakiyê de her wiha komkujiya li Cizîrê hat protestokirin.
BASEL: Li bajarê Swîsre Baselê, Jinên Ciwanên Azad, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hezar belavok belavkirin. Jinên ciwan di heman demê de daxuyaniyek dan û komkujiya li Cizîrê şermezar kirin. Li Baselê, Însiyatîfa Ciwanên Apoyî, ji bo balê bikişîne ser komkujiya li Cizîrê li ser dîwaran nivîsên "Kujer Erdogan#Cizîr", "Kobanê neket, Cizîr jî wê nekeve" nivîsand.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî ciwan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civiyan û dan xuyakirin ku heta rewş aram bibe, ew ê bi şev li komeleya xwe bin û komeleyê ji êrîşa faşîstan biparêzin. Ciwanan nerazîbûneek tund nîşanî komkujiya li Cizîrê û êrîşên nîjadperestî yên li hemberî HDP'ê û Kurdan dan. Ciwanan xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û tavilê serbest bê berdan.