Berxwedana gel a li Geverê didome

Tîmên taybet bi wesayîtên zirxî taxa Cumhuriyetê dorpêç kirin û bi bombeyan û çekan êrîş li gelê li kolanan kir û gel jî bi barîkat û dirûşmeyan li hemberî êrîşan li ber xwe da.

Tîmên taybet bi wesayîtên zirxî taxa Cumhuriyetê dorpêç kirin û bi bombeyan û çekan êrîş li gelê li kolanan kir û gel jî bi barîkat û dirûşmeyan li hemberî êrîşan li ber xwe da. Piştî bi sedan ciwanan berê xwe da tax tîmên taybet ji tax paşde vegeriyan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet xwestin bi wesayîtên zirxî bikevin Taxa Cumhuriyetê. Tîmên taybet bi wesayîtên zirxî, kepçe û panzeran tax dorpêç kirin û bi çekan êrîş li welatiyên li ser barîkatan nobet digirtin kir û hewil dan bikevin taxê. Tîmên taybet li hemberî hin barîkatan bombeyên dest bikaranîn û welatiyên tax jî bi dirûşm, tilîlî û çalakiya dengderxistinê li hemberî polîsan li ber xwe da. Piştî êrîşa polîsan a li hemberî Taxa Cumhuriyetê esnafên Geverê jî bi armanca şermezarkirina êrîşê dikanên xwe girtin.

JI MALAN RE GULEBARAN JI KOLANAN RE JÎ BOMBEYÊN DENG

Tîmên taybet barîkatên di ketina tax de bi bombeyên destan ji holê rakirin û di encama berxwedana ciwanên li ber Mala Gel hatin cem hev ji vir derketin û derketin derveyî tax. Di vê navberê de ciwanên nobeta taxê jî digirin bi kevir avêtin panzeran. Wesayîtên zirxî bi sedan bombeyên gazê avêtin taxên Kanî Heyder, Saît Boru û Gungorê û gelek mal jî gulebaran kirin.

BI KEVIRAN POLÎS JI TAXÊ DERXISTIN

Piştre bi berxwedana ciwanan polîs ji Taxa Gungorê hatin derxistin û polîs bi wesayîtên zirxî çûn Kolana Dermanfiroşan. Piştî polîs ji taxan hatin qewirandin ciwanan dirûşmên, "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Bijî berxwedana gel" berz kirin û nobeta xwe berdewam kirin.

Li taxên Orman, Mezarlik û Kişlayê jî gel derket kolanan û li hemberî êrîşan dest bi berxwedanê kir.