Bejahiya Tatwanê tê bombekirin

Artêşa Tirk bejahiya gunden Xîzorkîn, Êz û Kurtîkan ên girêdayî navçeya Tatwan a Bedlîsê bi helîkopteran bombe dike.

Artêşa Tirk bejahiya gunden Xîzorkîn, Êz û Kurtîkan ên girêdayî Tatwanê ya Bedlîsê bi helîkopteran bombe dike.

Hat diyarkirin ku bejahiya di navbera gundên Xîzorkîn, Êz û Kurtîkan ji aliyê helîkopteran ve bi  awayekî zêde tê bombekirin. Piştî tevgera leşkerî ya saetên sibê saetên êvarî herêm ji aliyê helîkopteran ve bi awayekî zêde tê bombekirin.

Hat  diyarkirin ku çûn û hatina gundan jî hatine astengkirin,  fikara gundiyan didome.