Balafirên şer ên artêşa Tirk şehîdgeh kirin hedef
Di êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya de ku dewleta AKP’ê dan destpêkirin, şehîdgehên gerîlayan dikin hedef.
Di êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li hember Herêmên Parastinê yên Medya de ku dewleta AKP’ê dan destpêkirin, şehîdgehên gerîlayan dikin hedef.
Dewleta Tirk di êrîşên hewayî yên li hember Herêmên Parastinê yên Medya de ti sînorî nas nake. AKP’ya ku li gundê Zergelê yê Qendîlê komkujî pêk anî, vê carê jî li hember şehîdgehên gerîlayan êrîş pêk anî.
Di êrîşa hewayî ya rojên bihurî li hember herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya de şehîdgeha gerîlayan û derdora wê bi awayekî zêde hat bomberdûmankirin. Şehîdgeha ku gel jî tevlî xebatên nûkirina wê dibe zerareke mezîn dît.