Alî Kerîmî: Divê dewleta Tirk rêveberiya xweser nas bike

Ji rewşenbîr û siyasetmedarê berê yê Başûrê Kurdistane Alî Kerîmî destnîşan kir, ku dewleta Tirk ya wê rêveberiyên xweser ên Kurdan nas bike, yan jî parçebûnê tercîh bike.

Ji rewşenbîr û siyasetmedarê berê yê Başûrê Kurdistane Alî Kerîmî destnîşan kir, ku dewleta Tirk ya wê rêveberiyên xweser ên Kurdan nas bike, yan jî parçebûnê tercîh bike. Kerîmî li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê.

Dewleta Tirk piştî hilbijartinê bi hincetên cuda li gelek deveran êrîşî Kurdan kir. Bi dîtina we çima van êrîşên dewleta Tirk destpê kirin? AKP û Erdogan dixwazin çi bikin?

Erdogan û dewleta Tirk ne li bendê bû HDP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de di vê astê de dengan werbigire. Bêguman vê encamê, hemû planên Erdogan serûbin kir. Tevî ku nekarî bi tena serê xwe bibe desthilatdar, bi partiyên din re jî koalîsyon çênekir. Vê têkçûna AKP'ê, xeyalên Erdogan hilweşand.

Xeyalên wî çi bûn?

Xeyala Erdogan, b tena serê xwe kontrolkirina hemû desthilatdariyê bû. Bi serxweşiya desthilatdariyê re xwe winda kiribû. Dema ev xeyalên wî şikestin, dest bi êrîşê kir.

Siyaseta aqilane ya HDP'ê, planên Erdogan xera kir. Lê belê Erdogan ê xwe weke padîşah, sûltan dibîne, ev qebûl nekir. Ji xwe ji ber vê yekê pêvajoya çareseriyê bi temamî sekinand û li Bakurê Kurdistanê şer da destpêkirin.

Li gorî we, ev yek wê bandoreke çawa li hilbijartinên 1'ê Mijdarê bike?

Bi dîtina min wê Erdogan di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bêhtir têk biçe, xeyalên wî wê bişikên. Ji ber ku cîhan êdî biçûk e. Her kes hemû rastiyan yekser dibihîze, têkiliyê datîne û li gorî wê nerazîbûnê nîşan dide. Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê winda dike, wê winda bike. Bala xwe bidinê; Kurd li dijî faşîzma DAIŞ'ê têkoşîna herî mezin dimeşînin. Lê belê êdî ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku Erdogan bi her awayî destekê dide rêxistineke çete ya weke DAIŞ'ê. Gelên li Rojhilata Navîn, Ewropa û tevahiya cîhanê bi vê rastiyê dizane. Her kes dizane ku Erdogan ji ber vê yekê li hemberî Kurdan dest bi şer kiriye.

Lê belê Kurd divê bi meşandina siyaseteke aqilane re nîşanî cîhanê bide ku ew aştiyê dixwaze. Lê carna, ne bi dilê we jî be şer tê ber deriyê we. Hingî hûn neçarin li gorî wê helwestê nîşan bidin, li ber xwe bidin. Ya ku îro li Bakurê Kurdistanê diqewime, ev e. Lê belê divê Kurd tevî vê yekê têkoşîna xwe ya li qada siyasî bilind bike. Girîng e encameke mezintir ji hilbijartinan werbigire. Têkoşîna ciwanan û bi taybetî jî ya jinan divê, nesekine.

Hûn îlanên xweseriyê çawa dinirxînin?

Pêşketineke gelekî baş e, mafê herî xwezayî yê Kurdan e ku xwe bi xwe bi rêve bibe. Bi tenê dewleta Tirk li dijî vê derdikeve. Gelên Tirkiyeyê jî li hemberî vê nasekinin. Bi tenê hikûmeta Enqereyê li dij derdikeve. Gelekî ji 20 mîlyonan heye û navê vî gelî jî Kurd e. Pirsgirêkeke van heye û divê hûn vê pirsgirêkê çareser bikin. Alternatîfê vê hene. Ya wê cihê bibin. Yan jî hûnê sîstemeke jiyana bi hev re ya azad, wekhev a ji rengên Tirkiyeyê ku HDP'ê pêk tîne, ava bikin. Bi vî rengî wê her kes gund, navçe û bajarê xwe bi rêve bibe. PKK û HDP'ê ev siyaset gelekî baş bi rêve birin. Ev şenseke. Di nava yekparetiya Tirkiyeyê de bi rêveberiyeke demokratîk Kurd hewl didin Tirkiyeyê xurttir bikin. Lê mixabin rêveberiya Enqereyê vê nabîne. Ji ber ku ew naxwazin ti mafekî Kurdan nas bike. Timî Kurdan weke dijmin dibînin.

Hûn bêdengiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî vî şerî çawa dibînin? Di vê demê de berpirsyariyeke çawa dikeve ser milê hêzên li Başûrê Kurdistanê?

Mixabin bêdengiya li pêşberî rewşa li Bakurê Kurdistanê gelekî nebaş e. Dikarim bêjim ku siyaseta herî xerab a dîroka Kurdan niha li Başûr tê meşandin. Ya herî nebaş jî ew e ku Başûrê Kurdistanê îmkanên xwe û tecrûbeyên xwe ji bo yekîtiya hemû Kurdan bi kar nîne. Siyaseteke neteweyî nameşîne.

Siyaseta Hewlêrê ya li Başûrê Kurdistanê, siyaseta PDK'ê siyaseteke eşîrtiyê ye, xizmetê ji berjewendiyên malbatê re dike. Ev çend sal in rewş bi temamî bi vî rengî ye. Ev 24 sal in jî siyaseteke bi vî rengî ya malbatî tê meşandin. Berjewendiyên vê malbatê di ser berjewendiyên neteweyî re tê ragirtin. Berjewendiyên ferdekî malbata Barzanî di ser berjewendiyên gel de ye. Pratîkên dema bihurî vê bi awayekî zelal nîşanî me didin. Ev gelekî şaş e.

Mixabin siyaseta heyî ya Hewlêrê ya PDK'ê siyaseteke neteweyî nîne. Halbûkî diviyabû li hemberî rewşa li Bakur diqewime bi xurtî bisekiniya, mafên Kurdan heta dawiyê bi xurtî biparasta. Diviyabû piştgirî bida têkoşîna rewa, însanî û demokratîk a Kurdan li dijî Erdogan û dewleta Tirk dimeşîne. Ne tenê li ser mijara Bakur, dema li Rojava êrîşên DAIŞ'ê rû didan û Kurd dihatin qetilkirin, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê van xendek dikolan. Dema li Rojava birçîbûn, mirin hebû, pêwîstî bi her şêwe alîkariyê hebû, vana xendek dikolan. Ev rewşeke gelekî şerm e. Li ser navê Kurdîtiyê rewşeke şerm e. Halbûkî ji Rojava heta Başûr heta Rojhliatê Kurdistanê diviyabû li hemberî komkujiyên Erdogan li Kurdan dike, helwesteke dijber bihata nîşandan. Diviyabû li dijî vê têkoşîn bihata meşandin.