JIN
Hemû Nûçe
-
Başaran: Desthilatdarî ji bo ser têkçûna Garê bigire jinan dike hedef
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku desthilatdarî ji ser operasyona Garê jinan dike hedef û got “Divê li hemberî vî tiştî em helwesteke xurt nîşan bidin.” -
Daxuyaniya 12 saziyên jinan a li ser Gulistan Şaylemez -NÛ BÛ
Saziyên jinan ên li Ewropayê ji bo Gulistan Şaylemez daxuyanî dan ku 15'ê Sibatê li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin. Saziyan gotin, "Gulistan Şaylemez a ku di temenê zarokatiyê de hate zewicandin, mixabin bû qurbanê paşverûtiya malbatê." -
Li Bordeaûxê standa ‘dîktator darezînin’ hate danîn
Li Bajarê Bordeaûxê di çarçoveya kampanya TJK-E ya ’100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ standek hate danîn û îmze hatin komkirin. -
'Sedema kuştina jinan, polîtîkayên AKP'ê ye'
Aktîvîsta TJA'yê Nevriye Çûr bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê û anî ziman ku kiryar ji polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê digirin. Nevriye Çûr got, "Sedema kuştina jinan, polîtîkayên AKP'ê ye." -
Bernameya 8’ê Adarê ya Herêma Firatê hate eşkerekirin
Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê kampanya ‘Şoreşa jinê azadiya me ye’ ragihand. -
YJŞ: Jin xwe li dora hêza parastinê kom dikin
YJŞ'ê bi daxuyaniyeke niviskî salvegera 5'an a damezirandina YJŞ'ê pîroz kir û got, ''Îro jî keç, jin û dayikên me li ser vî esasî li derdorê hêza parastinê kom dibin û xwe bi rêxistin dikin. Ev ji bo me merheleyekê girîng û watedar e.'' -
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên 8'ê Adarê eşkere kirin
Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 8'ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kirin û diyar kirin, ku çalakiyên wan ên îsal wê di çarçoveya hesabxwestina ji dagirker û qirkeran pêk werin. -
'Ji bo darizandina dîktator' li Swîsreyê zêdeyî 17 hezar îmze hatin komkirin
Di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" li Swîsreyê zêdeyî 17 hezar îmze hatin komkirin. -
TAJÊ encamên civîna xwe ya 6 mehan eşkere kir
TAJÊ civîna xwe ya 6 mehan li dar xist û li gel nirxandina karên 6 mehên derbasbûyî, biryar û plansaziya ji bo dema bê amade kir. -
Komeleya Jinan a Starê: Li Wanê 7 jin bi ‘guman’ mirine
Endamên Komeleya Jinan a Starê diyar kirin ku di demên dawîn de li Wanê mirina 7 jinan ‘bi guman’ e. -
Jineke din ji ber ku xwest cihê bibe hate kuştin
Li Pendîkê ya Stenbolê, Hanîfe Yenîsû ji aliyê Erol Yenîsû ve hate kuştin, ku dixwest jê cihê bibe. -
Li Dusseldorfê standa ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê di çarçoveya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ stand hate vekirin û îmze hate komkirin. -
Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê Roja Zimanê Dayîkê pîroz kir
Li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê roja Zimanê Dayîkê bi daxuyaniyekê pîroz kir. -
Li Torontoyê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê Kolektîfa Jinên Azad a Sarayê û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê ji bo protestokirina êrîşên dagirker ku dewleta Tirk li Efrînê li ser jinan dike, çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. -
Divê her kes destekê bide kampanyaya 'Ji bo jinan Dad'
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Hasret Alp xwest ku her kes destekê bide kampanyaya 'Ji bo Jinan Dad', ku wan dane destpêkirin. -
Li Zelandaya Nû wê dijî hejariya dema cilîkîbûnê têkoşîn were dayin
Hikûmeta Zelandaya Nû li dijî zor û zehmetiyên ku bi sed hezaran zarkeçan têkildar dike û ji ber halnexweşiyê demên cilikîbûnê ji dersên xwe dibin gavan davêje. -
'Gerîlayên jin di şer de bi rola pêşengiyê rabûn'
Fermandar Hêjar Zozan got, "Çalakiyên YJA Starê ne tenê li Heftanînê bûn. Li Xerzanê, Botanê, Zagrosê û gelek cihên din hevalê jin bi xurtî tevlî çalakiyan bûn. Ji aliyê profesyonelbûna hevalên jin ve îsal pêngavên gelekî cuda yên taktîkî hebûn." -
Li Kibrisê sûcên şer ên li Efrînê hatin protestokirin
Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li dijî jinan kiriye, li Kibrisê hate protestokirin. -
Sûcên şer ên li ser jinên Efrînê li Romayê hate protestokirin
Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de sûcên şer ên li dijî jinan hate protestokirin. -
Dagirkirina Efrînê li sê bajarên Fransayê hate protestokirin
Li bajarên Rennes, Marsîlya û banliyoya Evry a Parîsa paytexta Fransayê Kurdistaniyên daketin qadan, kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk ên li Efrînê protesto kirin. -
Li Freîbûrg, Oldenbûrg, Kîel û Munîhê gel ji bo Efrînê daketin qadan
Li bajarên Freîbûrg, Oldenbûrg, Kîel û Munîhê yên Elmanyayê gel li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li Efrînê daketin qadan. -
Kurdên li Hambûrgê ji bo Efrînê daketin qadan
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê xwedî li Efrînê derketin. Hovîtiya dewleta Tirk hate şermezarkirin. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Mûrat Yildiz ê 26 sal berê hatibû windakirin pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê di çalakiya xwe de li aqûbeta Mûrat Yildiz ê berî 26 salan hatibû windakirin, pirsîn. Dayika Yildiz Hanîfe Yildiz got: “Ez tenê gorekê dixwazim.” -
Kongreya Star, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir
Koordînasyona Kongreya Star a Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir got: “Em xwe li ser felsefe û ramaneke netewî ya demokratîk rêxistin bikin, çand, ziman û erdnîgariya xwe diparêzin.” -
Li Swêdê sineta jinan van 5 salên dawî zêde bûye
Saziya jinan a bi navê Existera ku li dijî sineta jinan têdikoşe ragihand li Swêdê van 5 salên dawî jin an jî zarkeçên ku hatine sinetkirin du caran li xwe zêde kiriye.