JIN
Hemû Nûçe
-
Peyama KJK’ê ya 8’ê Adarê: Em ê jin ser bikevin
Koordînasyona KJK’ê li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nirxand û got: “Bang dikin ku bi coş û bi hêz tevlî grevên jinan bibin û têkoşînê xurt bikin.” -
Li Şengalê amadekariyên ji bo 8’ê Adarê
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê de li navenda Şengalê afîş daliqandin. -
PYD û Kongreya Star li ser 8’ê Adarê ji bo jinên Rojava civînek lidar xistin
Meclîsa Jinan a PYD’ê û Kongreya Star ên Başûrê Kurdistanê bi hevpar li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi nêzîbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê civînek ji bo jinên Rojava yên penaber lidar xistin. -
Jin ji bo 8’ê Adarê civiyan
Jinên ku endamên sendîka û rêxistinên pîşeyî ne, diyar kirin ku li her qadê têkoşîna li dijî pergala mêrserwer didome û daxwazên xwe eşkere kirin. -
Jinan guh nedan astengiya polîsan: Em ê dakevin qadan
Jinan xwestin li Bakirkoyê çalakiyekê li dar bixin, lê belê polîs li pêşiya wan bûn asteng. Jinan gotin, "8'ê Adarê em ê tevî hezaran kesî dakevin qadan." -
Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê hate destpêkirin
Li Amedê gelek jinan dest bi çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Ligel ku polîsan asteng kir jî jinan çalakî domandin. -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir
Meclîsa Jinê ya HDP'ê, bernameya xwe ya çalakiyên 8'ê Adarê eşkere kir ku wê bi dirûşma "Em ji bo azadiya xwe serî hildidin' pêk werin. Jin wê li gelek bajaran meş û mîtîngan li dar bixin. -
Li Dêrsimê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê hatin destpêkirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê bi şîara ‘Serhildana me ji bo azadiya me ye’ dest bi çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Li Şirnex û navçeyên wê jî di çarçoveya çalakiyan de ji girtiyên jin re kart hate şandin. -
Newaya Jin: Em li ser şopa eslê dayikê ne
Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara xwe ya 192'an bi manşeta "Em li ser şopa eslê dayikê ne" weşand. Di hejmara nû de ku giraniyê dide ser têkoşîn û destketiyên jinê yên sala 2020'î, her wiha cih dide gotarên li ser 8'ê Adarê. -
Jin ji bo azadiyê bang dikin
Jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar de li dijî hejarî, dizîna kedê, tecrîd, desthilatdarî û şîddeta dewletê bang dikin. -
Kampanya 100 hezar îmzeyî dewam dike
Kampanya "100 sedem û 100 hezar îmze ji bo darizandina dîktator" ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di 25'ê Mijdara 2020'î dest pê kir, li Swîsreyê ber bi encamê ve diçe. -
'Ez Kurd im, lewma neçar im tevlî çalakiyan bibim'
Nûran Aba ku di çalakiyên tevgera siyasî ya Kurd de timî li refên pêş e, destnîşan kir ku ji ber têkoşîna rûmetê ya Kurdan, ew li refên herî pêş ên çalakiyan cih digire. -
Li Helebê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ji aliyê Kongreya Star ve derbarê 8’ê Adarê çalakî û civîn hatin kirin. -
Li Silîvriya Stenbolê du jin hatin qetilkirin
Li navçeya Silîvrî ya Stenbolê zilamê bi navê Mûrat Berk dayîka xwe ya bi navê Gulsum Berk û jinbava xwe ya bi navê Guler Kaya qetil kir. -
Jinên Tîrêjên Rojê 4 karger û 23 wesayit dane ber êgir
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyê wan çar kargeh û 23 wesayit şewitandine. -
KJAR'ê ji bo 8'ê Adarê bang li jinan kir
Koordînasyona KJAR'ê diyar kir ku ew 8'ê Adara îsal bi dirûşma 'Em bi yekgirtina jina qirkirinê bi dawî bikin' pêşwazî dikin û bang li jinan hemûyan kir ku bi vê dirûşmê dakevin qadên 8'ê Adarê. -
Li Qoserê jinek hate destgîrkirin
Li Qosera Mêrdînê jinek hate destgîrkirin. -
Dayikan li Aydinlar ê polîsan ew ‘winda kir’ pirsiyan
Dayikên Şemiyê vê hefteyê di çalakiya xwe de pirsa aqûbata Cuneyt Aydinlar ê berî 27 salan ji aliyê polîsên Tirk ve hate windakirin pirsîn. Dayika Aydinlar got: “Li vê cîhanê û cîhana din destê min li bedena wan e.” -
TJA’yê starta 8’ê Adarê li Botanê da-NÛ BÛ
TJA ya li Sêrtê starta 8’ê Adarê da, tecrîda li Îmralî û qirkirina jinê protesto kir, bal kişandin ser girîngiya xweparastinê. -
Jinên herêma Qendîlê ji bo 8’ê Adarê bang kirin
Jinên herêma Qendîlê wê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi merasîmekê pîroz bikin. Ji bo tevlîbûna li merasîmê jî bang kirin. -
Jin ên ciwan ên HDP'î: Projeya zanîngehên jinan polîtîkayeke cihêkar e
Jin ên ciwan ên HDP'î diyar kirin ku bi projeyên zanîngehên jinan re desthilatdarî hewl dide jin ên ciwan ji civakê qut bike û bixe nava qalibên desthilatdariyê. Li dijî her cûre polîtîkayên cihêkar jî bang li jinan û her beşên civakê kirin ku têbikoşin. -
Peyama 8'ê Adarê ya TJK-E'yê: Em têkoşînê bigihînin asta herî bilind
TJK-E'yê bi wesîleya 8'ê Adarê peyamek weşand û bang li jinan hemûyan kir ku li dijî faşîzm, zayendîperestî, tecrîd, neteweperestî û paşverûtiyê, 8'ê Adarê bikin roja asta herî bilind a têkoşînê." Bi vê peyamê, ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir. -
Kampanya ‘dîktator darezînin’ li Hambûrgê didome
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ de îmze hatin komkirin. -
Li Dûîsbûrgê kampanya “100 Sedem, 100 hezar îmze” didome
Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel têkildarî kampanya “100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze” mîtîngek lidar xist. -
Li Şemzînan çalakiya ‘Ji bo jinan edalet’
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jinên HDP’î di çarçoveya kampanya ‘Ji bo jinan edalet’ de çalakî pêk anî.