Li Qoserê jinek hate destgîrkirin

Li Qosera Mêrdînê jinek hate destgîrkirin.

Li gundê Hêlfê ya Qosera Mêrdînê duh jendirmeyan girtibûn ser malekê û jina bi navê Bêrîvan Ado destgîr kiribûn.

Hate diyarkirin ku Ado ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye destgîrkirin û ew ê wê bibin Stenbolê.

Hate diyarkirin ku Ado di sala 2019’an de jî hatibû destgîrkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.