JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan ji bo çalakiyên 8’ê Adarê bang kirin
Jin çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomînin. Banga tevlêbûna çalakiyan hate kirin. -
Leyla Guven a rehîn girtî: Azadiya jinê azadiya civakê ye
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Xarpêtê tê ragirtin, peyama 8’ê Adarê da. Guven got: “Rizgariya jin; rizgariya civakê ye, azadiya jinê; azadiya civakê ye. Bijî 8’ê Adarê!." -
Li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê: Em ê Rêber Apo û jinê azad bikin
Di axaftinên mîtînga 8’ê Adarê ya li Qamişlo hate kirin de peyama; ‘Ji bo Rêberê Abdullah Ocalan û jin azad bibin, em ê têkoşînê mezin bikin’ hate dayîn. -
Dayika Têkoşar: Yadê Xatûn Aslan
Xatûn Aslan a berî 15 salan kurê wê di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dayî, nekarî cenazeyê kurê xwe li cihê lê hatî definkirin, bigire. Aslan a rojên borî hate girtin, jiyana wê bi têkoşînê re derbas bûye. -
Dayikên Şemiyê: Jinên hatin ‘windakirin’ li kû ne?
Dayikên Şemiyê, li aqûbata jinên ku 8’ê Adarê hatine windakirin pirsîn. -
Gabar: Li Garê têk çûn, wê sala 2021’ê bi temamî têk biçin
Yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ew biryardar in sala 2021’an bikin sala serfiraziyê. Got ew ê bersiva hewce bidin êrîşên dewleta Tirk a ku li Garê têk çûyî. -
YJA Star: Em ê bi rengê Sara û Semayan şer bikin
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kir û got, “Em ê bibin Sara, Sema, şerê dijmin bikin û bi mîsogerî em ê dijmin têk bibin. niha dema azadiyê û azadkirinê ye!” -
Peyama Ayla Akat a ji bo 8’ê Adarê: Dengê me wê tevlî dengê we bibe
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata a ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve rehîn hatiye girtin peyama 8’ê Adarê da û got: “Dengê me, soza me, wê li eywanan li qadan tevlî dengê hemû jinan bibe.” -
TEKO-JIN: Têkoşîna me yek e; dem hatiye Rêber Apo azad bikin!
Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan ên Tekoşer TEKO-JIN bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Wext hatiye em bi hev re ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo azadiya civakê, ji bo azadiya xwe têbikoşin!” -
PAJK: 8’ê Adarê mîrateya tekoşîn û serkeftina jina ye
PAJK: Bi boneya 8’ê Adarê bang li hemû jinan dikin; dakevin qadan, banga xwe ya jiyana azad û wekhev qîr bikin. Di vê roja bi wate de, soza xwe ya gihandina serketinê ya têkoşînê dubare dikin. -
Jinên li Dêra Zorê xwe pêş dixin
Fatma El Hemel a piştî Dêra Zor ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin û şûnde tevlî karê jinan bû, li gel guherînên mezin bû parçeyek ji guherînên civakê, diyar kir ku piştre famkirine ku 8’ê Adarê bi rojekê nayê sînordarkirin. -
‘Bi AKP’ê re xizanî û tundiya li ser jinê zêde bû’
Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê xizanî û tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe û got: “Divê her kes li hemberî tundiya li ser ziman, çand û tundiyên din xwe biparêze.” -
Li Wûppertalê name şandin ji NY’ê re
Kurdistaniyên li bajarê Wûppertal a Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name şandin ji NY’ê re. -
Jin pêşwaziyê li 8’ê Adarê dike, peyamên berxwedanê didin
Jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi 8’ê Adarê ve çalakî û aktivîteyên xwe zêde kirin, Di çalakiyan de qala têkoşîna jinê tê kirin, jinên ku ji aliyê mêr û dewletê ve hatin qetilkirin jî bibîr tînin. -
Zêdetirî 40 gardiyanan bi kêfî avêtin ser qawîşên jinên girtî
Bi dehan gardiyanan li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi awayekî kêfî avêtin ser qawîşê jinana û lêgerîn kirin. -
Jin ên ciwan ên HDP'î li Mêrdînê li hev kom bûn
Koordînasyona Jin ên Ciwan ên HDP'ê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Mêrdînê civînek li dar xist. -
Li Bedlîsê jinek bi gumanbarî mir
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, Melek Yamaç bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. -
KNK'ê: Berxwedana jinên Kurd misogeriya paşeroja azad a Rojhilata Navîn e
Komîsyona Jinan a KNK'ê bal kişande ser êrîşên Tirk ên li dijî jinên Kurd û got, "Şerê dewleta Tirk ê li dijî jinên Kurd îdeolojîk e." Komîsyonê diyar kir ku berxwedana jinên Kurd misogeriya paşeroja azad a Rojhilata Navîn e. -
Li Stenbolê 2 jin hatin kuştin
Li Başakşehîrê Nebahat Kûrt li mala xwe bi çekê hate kuştin. Li Sûltanbeyliyê jî Rabîa Tanrivermîş bi rengekî gumanbar ji şaneşîna mala xwe kete xwarê, jiyana xwe ji dest da. -
Li Efganîstanê komkujiyên ser jinan zêde dibin
Li Efganîstanê ne diyar e bê ka qedera peymana aştiyê wê çawa bibe, komkujiyên ser jinan ên ji bo ku jin di nav civakê de cih negirin zêde dibin. -
Başaran: Em ê dakevin qadan û dengê xwe yê têkoşînê bilind bikin
Berdevka Meclîsa Jinê û Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin wê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û dengê xwe yê azadî û têkoşînê bilind bikin. -
KCK: Jin wê dawî li desthilatdariya AKP-MHP'ê bîne
KCK: Têkoşîna demokrasiyê ku bi pêşengiya jinê tê meşandin, wê dawî li vê desthilatdariyê bîne. Ev têkoşîna azadiyê, ne tenê gelên Tirkiyeyê, her wiha wê gelên Rojhilata Navîn ji vê desthilatdariya dijminê jinan rizgar bike û pêşî li demokrasiyê veke. -
Li Bakûr û Rojhilatê Suriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
Li gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Suriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didome. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 8’ê Adarê
Li bajarên Hesekê, Girkê Legê, Dêrik, Şehba û Şêrawa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî û merasîmên cûr bi cûr lidarxistin. -
Jinan ji bo darezandina Erdogan çalakî kirin
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi pêşengtiya jinan di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ stanek ya îmzeyan duh hate danîn.