JIN
Hemû Nûçe
-
Avesta: Bi qasî ku nekevin xefika mêr, jin êdî rêxistinbûyî ne
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir ku hêzên desthilatdar hewl didin, têkoşîna jinan di nava pergala xwe ya desthilatdariyê de bihelînin û got, "Jin ewqasî rêxistinbûyî ne ku careke din nakevin xefika mêr." -
17 jin bi şertê kontrola edlî hatin berdan-NÛ BÛ
Li Stenbolê 17 jinên ku bi hinceta tevlîbûna Meşa Şeva Femînîst hatîn destgîrkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Jin li dijî destgîrtinan li ber deriyê edliyê kom bûn
Komîsyona Meşa Şev a Femînîstan ya 8’ê Adarê, ji ber destgîrtina 12 jinên hîna lêpirsîna wan li Edliya Çaglayanê didome, kom bûn. -
Kongreya Star Serhildana 12’ê Adarê silav kir
Kongreya Star Serhildana 12’ê Adarê silav kir û got: “Em banga yekîtiya ku ji bo pêkanîna Sûriyeyek xweser dikin.” -
Dayikên Aştiyê bi Kurdî parastina xwe kirin
Dayikên Aştiyê di rûnşitinên dozên jê dihatin darezandin de, bi Kurdî parastina xwe kirin. Doz hate taloqkirin. -
Li ser jinên di nezaretê de lêgerîna bi tazî hate ferzkirin
Li ser jinên ku ji ber tevlî Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û piştre hatibûn destgîrkirin, lêgerîna bi tazî hate ferzkirin. -
TJK-E'yê banga xwedîderketina li Şengalê kir
TJK-E'yê bang kir ku di serî de jinên Kurd, gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan li Şeganlê xwedî derkevin. -
Erzîncan: Em pêşengiya jinên cîhanê dikin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, ''Asta rêxistiniya me ya civakî, berxwedaniya me li dijî pergala serwer a mêr, asta me ya îdeolojîk, siyasî û leşkerî, misyona me ya pêşengiyê ya jinên cîhanê geş kir.'' -
Rêxistinên jinan ên li Wanê li dijî komkujiya jinan bang kirin
Li Wanê tenê di nava mehekê de 8 jin hatin kuştin. Komeleyên jinan li dijî komkujiyên jinan bang kirin. -
2 sal û 3 meh ceza da hevşaredara Gimgimê Karaaslanê
2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan a ji aliyê dewleta Tirk ve ji erkê hate girtin û li şûna wê qeyûm hate danîn. -
Tacîza li ser jinên HDP’ê hate teşhîrkirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku di demên dawîn de gelek rêveberên wan li ser medyaya dîjîtal hatine tacîzkirin. -
TJA: Em biryarên faşîzan nas nakin
TJA’yê nerazîbûn nîşanî girtina çalakgerên xwe û girtina rêveberên MEBYA-DER’ê da û got, “Em van biryarên faşîzan ên li ser jinan nas nakin.” -
Li Mêrsînê 4 kesên 8 roj in destgîrkiribûn girtin-NÛ BÛ
Li Mêrsînê hevserokên navçe û bajar ên dema berê ya HDP’ê ya Mêrsînê ku 8 ro jin destgîrkirî ne, bi hinceta daxuyaniyên çapemeniyê û kampanya alîkariyê ya dabû destpêkirin, girtin. -
8'ê Adarê li Rûsyayê hate pîrozkirin
Jinên Kurd li navçeya Novo Aleksandrovskê ya herêma Stavropolê, bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek li dar xistin. -
Jinan li Danîmarkayê konferans û mîtîng li dar xistin
Saziyên Kurd jî di nav de gelek saziyên cuda bi wesîleya 8'ê Adarê li Danîmarkayê konferans û mîtîng li dar xistin. -
Li Katalonya, Bask û Spanyayê çalakiyên 8'ê Adarê
Li gelek bajarên Katalonya, Bask û Spanyayê ji bo 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de Şoreşa Jinê ya Rojava hate silavkirin. -
Li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê 8'ê Adarê hate pîrozkirin
Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê û gel bi hev re li çiyayên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. -
YJŞ'ê bi merasîmekê 8'ê Adarê pêşwazî kir: Cihê komkujiyê wê bibe cihê hesabpirsînê
Şervanên YJŞ'ê di 8'ê Adarê de serdana Goristana Şehîdên Koço kir û bi merasîmekê biryardariya xwe ya li dijî gef û êrişên dagirkeriyê nîşan dan. Di merasîmê de hate destnîşankirin ku cihên komkujiyan wê ji bo wan bibe cihên hesabpirsîna ji dagirkeran. -
Jinan dest ji qadan bernedan
Jinên ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan, bi îtiraz, raperîn û hêrsa xwe, maf û daxwazên xwe careke din anîn ziman. -
Li Viyana, Nurnberg, Mannheîm, Darmstadt, Bordeaûxê pîrozbahiyên 8'ê Adarê
Li bajarê Viyana yê Awûstûryayê, li bajarên Nurnberg, Mannheîm û Darmstadt ên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qadan hate pîrozkirin. -
8'ê Adarê li Swîsreyê bi girseyî hate pîrozkirin
Li 6 bajarên Swîsreyê jin daketin qadan û 8'ê Adarê bi rengekî girseyî pîroz kirin. -
Li Îtalya, Awûstûrya û Belçîkayê coşa 8'ê Adarê
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li bajarên Bruksel, Lîege û Antwerpen ên Belçîkayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin. -
8'ê Adarê li 5 bajarên Elmanyayê hate pîrozkirin
Li bajarên Frankfûrt, Saarbrucken, Trîer, Hannover û Dresdenê jin daketin qadan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. -
Li Amsterdamê pîrozbahiya 8'ê Adarê
Li paytexta Hollanda Amsterdamê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin. -
8’ê Adarê li Munîhê bi coş hate pîrozkirin
Li Munîh a Elmanyayê 8’ê Adarê Roja Jinên Kekdar a Cîhanê bi coş hate pîrozkirin.